Şaredariya Gel li Kampa Berxwedan projeyan pêş dixe

Şaredariya Gel li Kampa Berxwedan xebatên projeyên xizmetguzarî yên avakirina parkê, sererastkirin lîstgeha zarokan û çandina giya li yarîgeha fotbolê, didomîne. Projeya torên kanalîzesyonê jî dê di çend rojên pêş de bi dawî bibe.

Şaredariya Gel li Kampa Berxwedanê dest bi pêkanîna projeyên ku di mehên borî pêşniyar kiribûn, kir. Ji wan jî projeya sererastkirina toreyên kanalîzasyonê, sererastkirina rêyên sereke û şaxê di hundirê kampê de, avakirina parkê, restorakirina lîstokgeha zarokan û avakirina yarîgeha fotbolê niha di plana şaredariyê de ne.

Şaredariyê parkeke biçûk li rex parka sereke ya li aliyê başurê kampê, ava kir.

Rûpîvana parkê 140 m2 ye. Hewzek avê li naverastê û rûniştekên ji kevir çêkirine. 40 şitlên gulan lê hatine çandin. Proje dê 10 roj din bi dawî bibe. Her wiha Şaredariya Gel di sala borî de pareke bi rûpîvana 450 m2 ava kir.

Şarerdariyê lîstokgeha zarokan li aliyê rojavayê kampê û li kêlekê jî yarîgeheke fotbolê çêkir.

Şaredariya Gel dest bi projeya kanalîzasyonê û sererastkirina rêyên hundirê kampê ji 2 mehan ve kiriye û dê çend rojên pêşde biqede.

Di vê çarçoveyê de rêveberê Şaredariya Gel a Kampa Berxwedanê Xemgîn Ehmed got ku armanc ji projeyan dabînkirina xizmetguzarî, avakirina atmosfêreke aram  û kêfxweşiya şêniyan e.

Xelîl Ehmed ku yek ji  niştecihê Kampa Berxwedan e, razîbûna xwe ji xebatên şaredariyê û dabînkirina xizmetguzariyan ji şêniyan re da diyarkirin.

Ji aliyekî din ve jî nişteciha bi navê Hêvîn Murad da zanîn ku di sala borî de ew di gelek astengiyan re derbas bûn. Hêvîn got: “Lê belê îsal, Şaredariya Gel da ku hewayeke baş çêke û barê dûrketina ji Efrînê sivik bike, parkek ava kir. Em Şaredariya Gel ji bo dîtina çareseriya pirsgirêka kanalîzasyonê, spas dikin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din