Bandorên neyînî yên dorpêça ji meha Tebaxa sala borî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye ferzkirin, roj bi roj zêdetir dibin. Herî dawî jî tevgera xizmetguzariyê li herdu taxan rawestiya.
Bi armanca domandina xebatên veguhastina çop û gemarê û paqijkirina taxan, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê neçar ma ku sotemeniya ji bo projeyên xizmetguzariyê depo kiribû, ji bo xebatên paqijiyê bi kar bîne ji bo ku çopê rake ku mayîna wê dibe sedema gelek nexweşî û pandemiyan.
Hejmara amûr û erebeyên şaredariyê yên beşa paqijiyê kêm bû û karmendên şaredariyê neçar dimînin ku xebatên paqijiyê bi destan bidomînin.
Der barê vê mijarê de, endama rêveberiyê ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatme Heyder got: "Sotemeniya ku me ji bo projeyên xizmetguzariyê rakiribû têrê nake, ji ber wê em neçar man ku tenê xebatên girîng wek xebatên paqijikirina herdu taxan, bidomînin."
Fatme Heyder diyar kir ku pêdiviya şaredariyê mehane bi 9 hezar û 590 lître mazot û hezar û 297 lître benzîn heye, lê belê ji ber dorpêça Firqeya 4'an a hikûmeta Şamê sotemenî derbasî herdu taxan nabe.
(mh)
ANHA