Piştî erêkirina Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê û di çarçoveya berdewamkirina plana îsal (2019) a projeyên xizmetguzariyê de, Şaredariya Gel a navçeya Şedadê dest bi projeya qîrkirina rêyan kir.
Cîgirê hevserokatiya şaredariyê Husam El-Taan destnîşan kir ku projeya qîrkirina rêyan bi dirêjahiya 6 km’yên di navbera kolana sereke û sûka navçeyê de û li ser rêyên din ên pêwîstiya xwe bi çêkirinê hene û di zivistanê de çûn û hatinê asteng dikin, hatiye erêkirin.
Şêniyê navçeyê Besim El-Ezîz jî got projeya qîrkirina rêyan ji girîngtirîn projeyên xizmetguzariyê yên li navçeya Şedadê ne. El-Ezîz bal kişand ser ku li kolana sereke kort pir bûne û tevgera erebeyan asteng dikin, her wiha gelek qezayên trafîkê ji ber wê li navçeyê çêdibin.
El-Ezîz diyar kir ku tevî ku şaredariyê beşek ji rêyan sererast kiriye, lê hîna jî gelek rêyên din li navçeyê li benda çêkirin û sererastkirinê ne. Nexasim beriya barîna baranê di demsala zivistanê de.
El-Ezîz ji komîteya xizmetan hêvî kir ku ji bo hêsankirina tevgera di rêyan de, di xebatên xwe de lez bikin.
ANHA