Şaredariya Gel a Qamişloyê plansaziya xwe eşkere kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê îro plansaziya xwe eşkere kir. Şaredarî dê hefteya bê dest bi sererastkirina rê û kanalîzasyonan bike. Şaredariyê bo lêçûna kar 391 milyon û 121 hezar lîreyê Sûriyê diyar kiriye.

Îro Şaredariya Gel a Qamişloyê civîneke çapemeniyê li avahiya şaredariyê li dar xist û girîngtirîn projeyên xwe yên nîvê salê eşkere kirin.

Di civîna çapemeniyê de gelek dezgehên çapemeniyê amade bûn û hevserokên Şaredariya Gel a Zozan Îbrahîm û Kabî Şemûn axivîn û bal kişandin ser projeyên şaredariyê.

Hevserokan ragihand ku ew ê kolana Mesrafê, Kolana Xelîc, Bank Odê û kolanên serekê yên zêde zirar dîtine, zift bikin, her wiha ew ê hin kolanên ku herî zêde zirar dîtine, sererast bikin. Hevserokan da zanîn ku ew ê bi hevkariya Şîrketa Zagros bi miqdarê 2 hezar metrekabik kolanan sererast bikin û bi miqdarê 855 hezar û 539 metrekabik kolanên navborî zîft bikin.

Her wiha dê rêyên taxên Qamişloyê yên Zeytûniyê, Mehmeqeya, başûr û bakurê Cumaya, Elwa, gundê Tenûriyê jî bi keviran şikandî çêkin û kanalîzasyonên gelek taxan jî dê bi dirêjahiya 2 hezar û 807 metre sererast bikin.

Lêçûna projeyên dê werin pêk anîn, 395 milyon û 121 hezar û 445 lîreyê Sûriyê ye. Tê pêşbînkirin ku şaredarî hefteya bê dest bi kar û xebatê bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din