Şaredariya Gel a Minbicê beriya zivistanê projeyên xwe pêk tîne

Şaredariya Gel a Minbicê di pêkanîna projeyên xwe de dewam dike, jê projeya sererastkirin û zîftkirinê, projeyên kanalîzasyonê û vekirina rêyên nû.

Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên Wê ji bo projeyên ku tê payîn beriya destpêkirina werza zivistanê biqedin, dixebite. Ji projeyên herî girîng ku Şaredariya Gel a Minbicê pêk tîne, projeya sererastkirin û zîftkirina rêyan, projeyên kanalîzasyonê û vekirina gelek rêyan li bajêr.

Der barê mijarê de hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim Ebûd ji ANHA`yê re axivî û got: "Meha Îlonê meha dawîn ji werza havînê ye, xebat ji bo pêkanîna projeyan ku tê payîn vê mehê bi dawî bibe, tên kirin."

Der barê projeya zîftkirinê li bajêr û gundan de Ebûd wiha got: "Projeya zîftkirinê hîna heye, ji sedî 80 ji planê pêk hat, niha kolana El-Rabîte ji çerxerêya El-Delû heta çerxerêya El-Meseb li herêma Mizgefta Omer Bin El-Xetab tê zîftkirin û dê paşê rêya Heleb, Mazirliyê û Nexweşxaneya Qeyîs Îbo bê kirin."

Ebûd ragihand ku rêjeyeke biçûk ji planê beramberî projeya zîftkirinê pêk hat, rêjeya sererastkirinê di navbera ji sedî 40 û ji sedî 50 de ye.

Her wiha der barê projeya vekirina rêya nû li bajêr de Qasim Ebûd wiha got: "Projeya li ser rêya Cerablûsê li kolana El-Cîlawî dest pê kir."

Projeya kanalîzasyonê li bajarê Minbicê parçeyekî mezin ji xebata Şaredariya Gel bû, der barê wê de Ebûd wiha got: "Niha xebat li ser pêkanîna projeyên kanalîzasyonê li çerxerêya Şemsiyê, Dibistana El-Ediyat, Dibistana El-Irûbe ya li ser rêya Helebê û Mizgefta El-Esaf li ser rêya Cizîrê tê kirin."

Her wiha Şaredariya Gel muneqase ji 2 projeyên ji projeyên kanalîzasyonê li bajêr ragihand, yek ji wan projeyan Dibistana Kerm El-Hezîfawî û projeya din li ser rêya Cerablûsê ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim Ebûd teqez kir ku piştî pêkanîna van projeyan, projeyên meha 6’an heta meha 9’an bi dawî dibe, paşê dê dest bi projeyên mehên dawîn bikin.

Qasim Ebûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Destpêkê em li taxên ku şênî hejmara xwe tê de pir in, projeya xwe hildibijêrin. Lê taxa El-Hezawîne û rêya Cizîrê ji berê de hatibûn paşguhkirin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din