Şaredariya Gel a Kampa Serdemê parkekî ava dike

Şaredariya Gel a Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê parkekê di nav kampê de ava dike.

Li kampa Serdemê ya ku li kantona Şehbayê ye, bi hezaran efrîniyên ku ji ber dagirkeriya Tirk neçar mane malên xwe bicih bihêlin lê dimînin. Şaredariya Gel a Kampa Serdemê parkekê di nava kampê de ava dike.  Şaredariya Gel a Kampa Serdemê ji 3 mehan ve dest bi avakirina parkekê kiriye.

Di nav parkê de 20 karkerên ji niştecihên kampê dixebitin.

Rûbera parkê 500 m2 û dê di parkê de darên zeytûnê û darên din werin çandin.

Şaredariyê li dora parkê kursiyên ku di nav kampê de bi destan hatine çêkirin û avreşînekek li navenda wê danîn.

Tê payîn ku park di 15 rojan de amade bibe.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Şaredariya Gel a Kampa Serdemê, Qaziqlî Mihemed got: "Armanca me ew e ku atmosferek xweş ji şêniyên kampê re peyda bikin."

Şêniyên Efrînê piştî êrîşên dagirkeriya Tirk ên di destpêka 2018`an de kêliyên dijwar jiyîn. Di êrîşan de bi sedan sivîl hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

Şêniyê bi navê Ibrahîm Zar spasiya şaredariyê kir. Zar diyar kir ku pêwîstiya wan bi cihên wiha hene.

Şêniya bi navê Cîhan Reşîd destnîşan kir ku bi avakirina parkê re zarok dikarin di cihekî pak û taybet de kom bibin û bilîzin. Cîhan xwest ku hindek lîstokên zarokan jî di nav parkê de werin danîn.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din