Şaredariya Gel a Helebê amadekariya dabînkirina daxwazên şêniyan dike

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya bejarê Helebê amadekariya projeyên nû di meha Îlonê de dike. Ji wan projeyan, xebata vekirina firneyeke nû û xebata kêmkirina dengê jeneratorên elektrîkê.

Kongreya Star ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê re di Tebaxa borî de û bi beşdariya hevserokên şaredariyên gel rêzecivîn bi armanca guhdarkirina li nêrîn û daxwazên şêniyên taxê yên ji bo xizmetguzariyê li dar xistin.

Şêniyan daxwaz kiribû ku firneyeke nû li rojhilatê taxê bi sedema zêdebûna şêniyan were vekirin. Ji lew re Şaredariya Gel amadekariyên vekirina firneyeke nû di vê mehê de dike. Her wiha hewl dide alavên firneyê yên ku rastî dizînê ji hêla komên çeteyan ve hatine, ku berê li ser taxê serwer bûn, dabîn bike.

Li aliyekî din jî şêniyên taxê giliya dengê bilind a jeneratorên elektrîkê (kehrebe) kir. Li ser vê yekê dê şaredarî 9 alavên bêdengkirina jeneratoran ku lêçûna wan 850 hezar lîreyên Sûriyê ye, lec bike.

Di vî warî de hevserokê şaredariyê Mehdî Bîlal ji ANHA’yê re got ku dê li gorî derfetên heyî di vê mehê de li ser wan projeyan bixebitin û bal kişand ser ku amade ne tevahî daxwaz û pêdiviyên şêniyên taxê ji aliyê xizmetguzariyê ve dabîn bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din