Şaredariya Gel a Dêrikê di çaryeka dawîn a 2019`an de gelek proje pêk anîn

Şaredariya Gel a Dêrikê di çaryeka dawîn a 2019`an de projeyên di plansaziya xwe de danîbûn, pêk anîn; jê sererastkirina rêyan, zîftkirina rêyan, paqijkirina sûkê, avakirina 3 piran û 22 rogaran.

Şaredariya Gel a Dêrikê piraniya xebat û projeyên ku di plansaziya xwe de danîbûn, li bajar û gundên girêdayî wê pêk anîn wek, sererastkirin û avakirina piran, toreyên kanalîzasyonê, rogaran, restorekirina rêyan û gelek projeyên din.

Tevî derfetên sînordar û kêmbûna alavên paqijiyê, Şaredariya Gel miqdarên mezin ji çopê veguhastin sergoyê. Tevî ku rojane sûka bajêr paqij kir û bi sedan hawiye danîn da ku bedewiya bajêr biparêze.

Di encama baranên demsalî yên ku di zivistan û bihara sala borî de barîne, gelek pirên herêma Dêrikê û gundewarên wê hilweşîn. Şaredariyê 3 pir li Dêrikê yên ku ji ber lehiyan hilweşîne, ava kirin. Tevî 3 hezar km ji rêyan zîft kir, toreyên kanalîzasyonê sererast kirin, navînên rêyan guhertin û bi dîwar kirin, her wiha dar çandin.

Şaredariyê li taxên El-Tecnîd, Şehîd Xebat û Rojava projeyên toreyên kanalîzasyonê pêk anîn û toreyên nû li taxên di plansaziyê de dirêj kirin.

Şaredariyê 190 ruxsetên avakirinê li gorî şertên şaredariyê dan belendêran.

Ji ber erdnîgariya Dêrikê ya çiyayî ava baranê di çem de kom dibû û lehî radibû, şaredariyê ji bo ku ava baranê di nav kolanan de di zivistanê de kom nebe, 22 rogar ava kirin.

Her wiha gelek rêyên sereke bi kevirên şikandî sererast kirin. Tevî ku rêya herêma pîşeyî bi dirêjahiya 2 hezar metreyan sererast kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Feremez Hemo got: "Şaredariyê piraniya projeyên ku di plansaziya xwe de danîbûn, pêk anîn. Lê ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmê hinek proje dereng man."

Girêdayî projeyên plansaziya sala 2020`an Hemo wiha got: "Şaredarî hewl dide sûkekê ava bike da ku bihayan kontrol bike. Tevî wê avahiyan bi teqsîtan ji şêniyan re ava bike û rêyên sereke û şaxî yên herêma Dêrikê û gundên wê yên mane sererast bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din