Şaredariya El-Cirn dest bi  rêzeprojeyên xizmetguzariyê dike

Şaredariya bajarokê El-Cirn ê girêdayî kantona Girê Spî dest bi rêzeprojeyên xizmetguzariyê (ziftkirina rêyan, avakirina piran û dirêjkirina toreyên avê) kir.

Şaredariya Gel a bajarokê El-Cirn li rojavayê bajarê Girê Spî 62 milyon lîreyên Sûriyê ji bo pêkanîna çend projeyan li gundên bajarok veqetand. Di nav projeyan de, ziftkirina rêyan, avakirina pirên li ser geliyan, dirêjkirina toreyên avê û boyaxkirina deriyên dikanên bajarok hene.

Ji bo naskirina detayên projeyan ajansa me hevîtinek bi hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê El-Cirn Umer Kerdo re çêkir.

Projeyên ziftkirina rêyan

Girêdayî sererastkirina rêyan Kerdo got: “Me dest bi raxistina rêya gundê Kork bi kevirê şikandî bi dirêjahiya 2.5 m2 û firehiya 6 m wek qonaxek destpêkê, kir. Di qonaxa duyem de rê dê bi madeya kilsê bi heman dirêjahî û bi stûra 15 cm were raxistin. Niha xebat di warê amadekirina rê de ye. Lêçûna projeyê 14 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyê ye."

Kerdo wiha domand: "Her wiha xebatên me li ser rêya gundê Benat Elî bi dirêjahiya hezar û 600 m bi lêçûna 6 milyon û 800 hezar lîreyên Sûriyê tevî rêya gundê El-Kiltat bi dirêjahiya 3 km bi lêçûna 6 milyon û 950 hezar lîreyên Sûriyê, berdewam in."

Kerdo got: “Em niha li ser rêya gundê Dinay bi dirêjahiya 2 km dixebitin, tevî ku rêyên taxên bajarokê El-Cirn bi madeya kilsê bi dirêjahiya 700 m bi lêçûna 2 milyon lîreyên Sûriyê sererast dikin.”

Projeyên piran

Kerdo bi bîr xist ku ew hewl didin piran li hinek gundên navçeyê ava bikin. Pir ev in: pira gundê Carqlî bi lêçûn 4 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyê, gundê El-Tabaş bi lêçûna 4 milyon û 650 hezar, pira li ser geliyê gundê Kork bi lêçûna 6 milyon û 500 hezar û pira gundê El-Kiltat bi lêçûna 3 milyon lîreyên Sûriyê.

Kerdo got: “Şaredariyê projeya boyaxkirina deriyên dikanên bajarokê El-Cirn bi lêçûna 1 milyon lîreyên Sûriyê bi dawî kiriye.”

Projeyên pêşerojê

Kerdo diyar kir ku şaredariya El-Cirn plansaziyek ji gelek projeyên xizmetguzariyê daniye. Proje ev in; çêkirina peyareyan tevî çarxerê, dirêjkirina toreya ava vexwarinê ji gundê Sûsikê re bi dirêjahiya 500 m û kolandina bîrek li gundê Bîr Ereb.

Kerdo di dawiyê de got: "Di gundê El-Kiltat de hilmija avê û depo hate amade kirin û dê bîr were kolandin tevî dirêjkirina toreya avê di nav gundê de da ku ava vexwarinê bighêje gund."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din