Şaredariya Dirbêsiyê qîrê ji rêyan re amade dike

Çavdêrên li xebatên qîrkirina rêyên li navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku 2 hezar û 50 m3 qîr ji dema destpêkirina qîrkirina rêyên li navçeyê ve amade kirine. Şaredariyê rêya sereke ya ku diçe bajarê Hesekê û hin rêyên şaxî qîr kirin.

Şaredariya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Qîrgeha Sîpan re peyman çêkir da ku rêyên li navçeyê ku zirar dîtine, sererast bike. Şaredariyê di 8’ê Tebaxê de dest bi xebatê kir.

Merheleya destpêkê, şaredariyê rêya sereke ya ku diçe Hesekê û rêya sûkê, qîr kirin. Piştre hin kolanên şaxî yên bi sedema barana dijwar a di werza zivistanê de xirab bûne, hatin pînekirin.

Hê jî Şaredariya Gel di sererastkirin û qîrkirina rêyan de berdewam e û îro dest bi sererastkirin û qîrkirina rêya sereke ya ku diçe bajarê Qamişlo, kir.

Li gor çavdêrên li ser projeyê, 2 hezar û 50 m3 ji madeya qîrê ji rêyan re hatiye amadekirin û dê rêyên li hundir û derveyî navçeyê sererast bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din