Şaredarê berê yê Enqereyê: Penaberan bi çek bikin û bişînin Sûriyê

Şaredarê berê yê Enqereyê Melih Gokçek bang li hikumeta Tirkiyê kir ku penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê perwerde bike û çekan bide wan da ku wan li Sûriyê vegerîne û şer bikin.

Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û namzetê ji bo cîgiriya serokatiya AKP`ê Melîh Gokçek bi rêya hesabê xwe yê Twitterê got bila ciwanên Sûriyê yên temenê wan kêmî 35 saliyê, li baregehan di hundirê Tirkiyê de werin perwerdekirin û paşê wan bişînin Sûriyê ji bo ku şer bikin.

Li Tirkiyê gelek baregehên perwerdeyê hene ku Tirkiye çeteyên biyanî, ji wan zêdetir ên Uygur, tê de perwerde dike û ji bo li kêleka çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên Parêzvanên Olê (Heres El-Dîn) şer bikin, dişîne Sûriyê.

Gokçek got divê siyaseteke nû li Tirkiyê li beramberî gelê Sûriyê hebe û wiha got: "Divê ciwanên Sûriyê yên li Tirkiyê bişînin baregehên perwerdeyê ku di hundirê Tirkiyê de hatine avakirin. Bi rêya komeleyên berpirsên gelê Sûriyê li tevahî Tirkiyê ku çi ciwanê Sûriyê yekê red bike, wê ji Tirkiyê were derxistin."

Herî dawî dewleta Tirk dest bi hemleya girtina gelê Sûriyê li bajarê Stenbolê kir. Bi hezaran ji wan girtin û wan neçar dike ku belgeya "vegera birazîbûn" îmze bikin û paşê bi rêya otobusan ew birin nava Sûriyê û bi taybet Efrîna dagirkirî û Idlibê ku di bin serweriya Cebhet El-Nusra de ye.

Daxuyaniyên namzetê cîgiriya serokkmarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî diyar dikin ku armanca giştî ya AKP’ê û çawa gelê herêmê li hemberî hev tehrîk dikin û dihêle ku aloziya Sûriyê dûvedirêj bibe.

(bx)


Mijarên Din