Şanoya `Cenazeyek li ser peyarê` rewşa Sûriyê vedibêje

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê amadekariyên şanoyekê bi navê `Cenazeyek li ser peyarê ` dike. Dê şano di Mihrîcana 4`emîn a Şanoyê ya Herêma Cizîrê de ya ku tê payîn di dawiya meha Adarê de were oergenîzekirin, bê pêşkêşkirin.

ŞIHAB EL-EHMED/QAMIŞLO

Di çarçoveya amadekariyên Mihrîcana 4`emîn a Şanoyê ya Herêma Cizîrê de ku bi navê Şehîd Yekta Herekol tê orgenîzekirin, komên şanoyê berhemên xwe amade dikin. Yek ji wan koman Koma El-Emel a Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê ye. Kom bi şanoyekê `Cenazeyek li ser peyarê` ku rewşa Sûriyê vedêbije dê beşdarî mîhrîcanê bibe.

Mijara şanoyê ji hizira nivîskarê nemir Sedallah Wenûs hatiye girtin. Nivîskar aloziyên civakan û zordestiya desthilatdariyê li ser gel û nakokiya di navbera gel, kole, xizan, zengîn, qanûn û exlaqê de vedibêje.

Endamê rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê Simko Cûdî derhêneriya şanoyê kir. 4 lîstikvanê jin bi giştî 16 lîstikvanên temenê wan di navbera 12-27 de dilîzin. Dema şanoyê 30 deqe ye.

Di şanoyê de Simko Cûdî bûyerên aloziya Sûriyê û azarên gel dide nîşan. Di şanoyê de gelek bûyer rû didin. Jê cenazeyê ku li ser rê hatiye avêtin û piştre bûyerên girêdayî kirîn û firotina cenazeyî destpê dikin.

Di şanoyê de azarên gelê Sûriyê di şoreşê de û xwîna ku li kolanan di encama topbaran balafiran de hatiye rijandin, paşguhkirina vê rewşê vedibêje. Her wiha di şanoyê de tê destnîşan kir ku ti kes qêrînên zarok û jinên Sûriyê nabihîze.

(şx)

ANHA


Mijarên Din