Şaneya Aloziyê ya Şehbayê biryarên nû dan

Şaneya Aloziyê ya kantona Şehbayê piştî civîna  xwe ya sêyemîn biryar da ku rêyên çûn û hatina ji bo kantonê û hemû dikan piştî saet 16:00‘an werin girtin.

Şaneya Aloziyê ya kantona Şehbayê civîna xwe ya sêyemîn a derbarê rêgirtina li ber belavbûna Koronavîrusê de li dar xist. Endamên şaneyê bi daxuyaniyekê encamên civînê eşkere kirin.

Daxuyanî li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi amadebûna Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo, Hevseroka Desteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên, Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihmed Naso, Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawid û Hevserokê Desteya Şaredariyên Herêma Efrînê Malik Hisên hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo axivî û got: " Li seranserî cîhanê pandemiya Koronayê belav dibe. Ev pandemî sînoran nas nake, ne feqîr û ne jî dewlemendan jê difilite. Ji ber vê yekê beriya çend hefteyan Şandeya Aloziyê hate avakirin û li herêma Şehbayê qedexeya derketina derve ragihand."

Bekir destnîşan kir ku şêniyên herêmê biryara têkildarî xweparastina ji vîrusa Koronayê  bi cih tînin.

Bekir Elo destnîşan kir ku piştî şane hate avakirin 2 civîn li dar xistin, îro bi beşdariya Desteya Tenduristiyê, komîn, meclis û şaredariyan civîna sêyemîn hate lidarxistin û gelek biryar hatin dayîn. Biryarên di civîna de hatine standin ev in:

1-Ketin û derketina ji kantona Şehbayê qedexe ye, rê ji aliyê deriyên sereke ve werin girtin û kesên ji derve derbas bibin dê 14 rojan li karantînayan bimînin, her wiha heke kemyonên barhilgir jî derbas bibin dê bi rêya derî re bar radestî kesên erkdar ên ji hundirê kantona Şehbayê hatine hilbijartin, bikin.

2-Dikanên pêwîstî zêde bi wan hene dê ji danê sibê heta 16:00‘an  vekirî bin, lê dermanxane, kilînîk û nexweşxane dê 24 saetan di xizmeta gel de bin.

Bekir Elo wiha domand: "Em bi hêvî ne gelê me van biryaran pêk bînin, nexasim xityar li gel vê yekê xwe berpirsyar bibînin û asta girîngiya van biryaran bizanibin, ji ber herêma em lê dijîn gelek şer di ser re derbas bûne, lew ra dermanan lê kêm in û di vê rewşa aloz de ne hêsan mirov vê yekê derbas bike."

Di dawiyê de Bekir Elo spasiya endamên komîn, meclisan, Desteya Tenduristiyê û şaredariyan kir ku  bi hemû derfetên xwe xizmeta gelên navçeya Şêrewa û kantona Şehbayê dikin. Her wiha bang li saziyên cîhanê kir û got:"Gelên me di vê rewşa dijwar re derbas dibin, zehmetiya kêmbûna dermanan dikişînin, her wiha herêm dorpêç kiriye, li ser vî esasî ji aliyê qada tenduristiyê ve em banga alîkariya lezgîn dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din