Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ji ber rewşa dawî civîneke awarte li dar dixe

Li gorî çavkaniyan Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê, ji bo nîqaşkirina rewşa Koronavîrusê (Covid-19) li herêmê, niha civîneke awarte li dar dixe. Tê payîn ku şane biryarên girîng di saetên bê de bide.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, zêde bû.

Desteya Tenduristiyê heta niha 30 kesên bi Koronavîrusê ketine belge kirine, jê 2 kes baş bûne. Sedema belavbûna pandemiyê jî vedigere xemsariya şêniyan a girêdayî girtina tedbîrên xweparastinê û ji ber ku nîşaneyên vîrusê li ser gelek nexweşan eşkere nebûn. Ji ber wê vîrus belav dibe.

Ji bo nîqaşkirina rewşa dawîn li herêmê, di van kêliyan de Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê civîneke awarte li dar dixe. Tê payîn ku rêzetedbîran bigire da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê bigire.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, tê payîn Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê biryarên girîng di vî warî de di saetên bê de bide.

(şx)

ANHA


Mijarên Din