Şaneya Aloziyê ya  Firatê hin tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê girtin

Piştî hin kes li herêma Cizîrê bi Koronavîrusê ketin, Şaneya Aloziyê ya taybetiya pandemiya Koronavîrusê ya herêma Firatê civînek ji bo lêkolînkirina tedbîrên parastinê yên pêşîlêgirtina pandemiyê li dar xist.

Di çarçoveya rêzetedbîrên Rêveberiya Xweser ên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê li herêmên wê de, Şaneya Aloziyê ya taybet bi pandemiya Koronavîrusê civînek ji bo tedbîr û biryarên dê li herêmê pêk bên, li dar xist.

Civîn bi beşdariya hevserokartiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn, hevserokatiya Desteya Hundirîn Bozan Xelîl, hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê Roşîn Mehmûd, hevserokê Desteya Tendustiyê Ehmed Mehmûd û nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li dar ket.

Beşdaran li ser tedbîrên dê ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmê bigirin, nîqaş kirin.  Di encama nîqaşan de hin biyar hatin dayîn; qedexeya kombûnên li parkan, qedexeya kombûnên li cafee û xwaringehan, girtina zanîngeh û dibistanan, girtina tevahî dergehan, ji bilî rewşên awarte û têkeve karantînayê. Divê xwendekarên ji herêmên dîtir hatine, piştî xistina wan a karantînayê û piştrastkirina ji Koronavîrusê vegerin cihên xwe.

Tê payîn hin tedbîrên dîtir mîna dezenfektekirina kolanên bajêr, navçe û bajarokan bê kirin, her wiha dê şaneyeke tenduristî ya lezgîn ji bo aktîfkirina odeyên karantînayê bê avakirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din