Şaneya Aloziyê ya Efrînê rêze biryar dan

Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê li dijî Koronavîrsûê 4 biryarên girîng dan.

Li gel berdewamkirina belavbûna Koronavîrûs li cîhanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên parastina welatiyan û rêgirtina li ber derketina Koronavîrûsê li herêmê, digire.

Di wê çarçoveyê de Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê di civîna ku duh Çarşemê lidar xistibû de biryarên nû girêdayî qedexeya derketina derve dan.

Têkildarî van biryaran hevseroka Kantona Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Şirîn Hesen  ji ANHA`yê re aixvî û got: "Piştî belavbûna Koronavîrûsê li tevahiya cîhanê, Rêveberiya Xweser di 23`yê Adarê de biryara qedexeya derketina derve da. Ji ber ku pandemiya cîhanî nehat kontrolkirin rêveberiyê ev biryar heta 21`ê Nîsanê dirêj kir."

Şirîn wiha domand: "Ji aliyê xwe ve me gelek biryar dan. Jê avakirina karantînayan ji kesên ku ji derveyî kantonê tên. Ew heya 14 rojan di karantînayan de dimînin da ku teqez bibin sax in û her wiha niştecihên kantonê jî biparêzin."

Şirîn Hesen got: "Li gorî biryara duyemîn, xwediyên patozan dikarin patozên xwe amade bikin. Dê dikanên guhertina parçeyên patozan werin vekirin. Li gorî biryara sêyemîn dikanên madeyên xwarinê, sebze û goştfroşan, tevî vekirina dermanxaneyan ji saet 08:00`an heya 18:00`an têne vekirin. Qedexeya derketina derve ji saet 18:00`an destpê dike. "

Li gorî Şirîn biryara çaremîn ku şaneyê daye, wê mazot di dema tunebûna mazotê û qedexeya derketina derve de li şêniyan li gorî kertên diyar were belavkirin.

HevserokaKantona Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Şirîn Hesen di dawiya axaftinên xwe de got: "Tevî derfetên kêm, em her tim amade ne şêniyên xwe li kantona Şehbayê biparêzin û tevahiya pêdiviyên wan peyda bikin. Em hêvî dikin ku şênî perspektîfan bînin cih da ku xwe ji vîrûsê biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din