Şaneya Aloziyê 14 roj qedexeya giştî li herêma Cizîrê ragihand

Şaneya Aloziyê li herêma Cizîrê qedexeya giştî bi dema 14 rojan ji pêncşema bê de ragihand, her wiha tevahî saziyên Rêveberiya Xweser ji bilî yên xizmetguzariyê tên girtin. Şaneyê bang li dûrketina civakî, pêkanîna bendên qedexeya giştî kir û kesên bendan binpê bike dê rastî lêpirsîna qanûnî were.

Piştî zêdebûna rewşên Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê giştînameyek ragihand ku tê de qedexeya giştî ya derketina derve li tevahî bajar û herêman ragihand.

Di giştînameyê de wiha hat gotin:

“Piştî zêdebûna hejmara nexweşên Koronavîrusê, rewşên pêketinê û yên biguman li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li herêma Cizîrê û ji bo astengkirina berbelavbûna vê pandemiyê û parastina tenduristiya şêniyan, Şaneya Aloziyê ev biryar dan:

- Ji pêncşema bê ve ku dikeve 06.08.2020’an, saet ji 6’ê sibehê heta pêncşema 20.08.2020’an saet 6’ê sibehê qedexeya giştî hat ferzkirin.

Sazî û aliyên ku qedexe li ser wan nayê ferzkirin:

 - Dikanên madeyên xwarinê, sebze, firinên giştî û taybet, dermanxane û parzûngeh.

- Stasyonên sotemeniyê, sahrîcên avê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê û tenduristiyê, rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê.

- Hêsankirina çûyîn û hatina cotkaran di nava zeviyan de bi şertê pêkanîna rêgezên tenduristiyê.

- Klînîkên tenduristiyê, yêndiran, taqîgeh, cihên radyolojiye di dema qedexeyê de saet ji 11:00`an heta saet 15:00`an têne vekirin.

Tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser dikin batlane, ji bilî;

- Şaredarî, komîteyên rewşên awarte, kehrebe, av û navendên tenduristiyê, gerînendetiyên sotemeniyê, firin û saziyên ragihandinê.

Kesên bendên qedexeya derketina derve û rêgezên xweparastinê binpê dikin, dê li gorî qanûnan werin lêpirsînkirin.”

 (fr-şx)

ANHA


Mijarên Din