Şaneya, 14 bûyerên  kuştin û teqînan pêk anîne, hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şaneyek çeteyên DAIŞ‘ê ku 14 bûyerên teqîn û kuştin li Tebqa û Reqayê pêk anîne  girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya çalakiyên xwe yên paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê de gelek şaneyên veşartî girtin û rê li ber komkujiyan girtin. Şaneya dawî ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin, ji 6 çeteyan pêk tê.

Şane ji aliyê çete Ebdulrehman Elî El-Salih ve yê bi navê Ebû Mihemed tê naskirin dihat birêvebirin 14 bûyerên ji teqîn û hedefgirtina şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa û Tebqayê pêk anîbû. Şaneyê çalakiyê hewldana kuştina serokeşîrê Meclisa Lihevanîna Eşîran a Tebqayê Şêx Ebdulrehman El-Mudhî Ebû Mihemed El-Idwanî pêk anî ku di 24‘ê Nîsanê de bi rêya demançeyek bêdeng ew di mil û zikî wî de birîndar kirin.

Berpirsê şaneyê çete  Ebdulrehman Elî El-Salih li xwe mukur hat ku çawa wan çek û madeyîn teqemeniyê peyda dikin û ji êrîş û çalakiyên kuştinê re plan dikirin.

ANHA


Mijarên Din