Şandeyek ji Camîet dewletên ereban gihaşt Xertûmê

Şandeyek ji Camîeta dewletên ereban îro serdana peytexta Sûdanê Xertûmê kir. Da ku diyalogê di navbera meclisa leşkerî, hêzên azadî û guhertinê bi serkêşiya opozîsyona Sûdanê de berdewam bike.

Camîeta dewletên ereban îro ragihand ku şandeya wê gihaştiya Xertûmê da ku desteka berdewamkirina diyalogê di navbera meclisa leşkerî û Dekleresyona azadî û guhertinê de bike.

Navbeynkarên ji Ethiopia û Yekitiya Efrîqa duh ragihandin ku wan bang li meclisa leşkerî û fermandarên xwepêşandanan kirin da ku dest bi danûstandinan bikin, da ku xetên qalind ên xebatan diyar bikin.

Camîeta dewletên ereban di daxuyaniyê de bibîr xist ku îro şandeyek ji Camîetê gihaştiye Xertûmê da ku aliyên Sûdanê teşwîq bike, da ku diyalogê dewam bikin.


Mijarên Din