Şandeyek Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Îtalyayê hevdîtinan dike

Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyek li Îtalyayê hevdîtinan dike.

Fermandara QSD’ê Rojda Felat, Hevserokê Meclisa Herêma Firatê Enwer Muslim û şandeye pê re îro bi Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Îtalyayê re civiyan. Di civînê de li ser biryara vekişandina leşkerên DYA’yê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate sekinandin.

Şandeya Bakur û Rojhlatê Sûriyê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeye ragihandin û diyar kirin ku ew di pêvajoya avakirina demokratîk de ne. Bal hate kişandin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê zindî bike û ji ber vê jî divê Rojava were parastin.

Seroka Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Îtalyayê Marta Grande û alîkarê wê Pîero Fassîno tevî 20 parlementeran tevlî vê civînê bûn û diyar kirin ku ew heq didin fikarên heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Grande diyar kir ku divê li hemberî gefên dewleta Tirk diyalog bibe tişta esasî û ew ê piştî demeke kurt pêşnûmayekê pêşkêşî meclîsê bikin.

Şandeyê piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê weşand.


Mijarên Din