Şandeya Swêdê hevdîtinên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kirin

Nûnerên Swêdê bi Heyva Sor a Kurdî, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya û bi vê yekê rêzecivîn û hevdîtinên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kirin.

Şemiyê, şandeyeke nûnerên Wezareta Karên Derve ya Swêdê di deriyê Sêmalka re gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji nûnerên Wezareta Karên Derve ya Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan a Wezareta Karên Derve ya Swêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, pêk hat.

Şandeya Swêdê îro bi Heyva Sor a Kurdî re civînek li dar xist. Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Cemîle Hemî û endamên rêveberiyê di civînê de amade bûn û rewşa tenduristiyê ya herêmê û xizmetên tenduristiyê ku Heyva Sor a Kurdî û saziyên tenduristiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser pêşkêş dikin, nîqaş kirin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Cemîle Hemî têkildarî nîqaşên civînê ji ANHA`yê re got: “Nîqaşên me li ser gelek beşan bû. Ya sereke xizmetên ku Heyva Sor a Kurdî pêşkêş dike, rewşa mirovî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî girtina dergeha Til Koçer bûn.”

Cemîle wiha domand: “Di civînê de hat destnîşankirin ku Heyva Sor a Kurdî bi tena xwe nikare xizmetên tenduristiyê bide kampên li herêmên Rêveberiya Xweser û di vê derbarê de divê piştgiriya pêwîst ji bo Heyva Sor a Kurdî bê dayîn.”

Her wiha da zanîn ku endamên Heyva Sor a Kurdî ji şandeyê re diyar kir ku ew di aliyê pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de li gel derfetên kêm û hejmara zêde ya şêniyên herêm gelek astengiyan dijîn û wiha got: “Me tu soz ji şandeyê negirtin. Lê belê civînên me yên têkildarî pêşkêşkirina alîkariyan, bi rêya înternetê dewam bikin.”

Civîna duyemîn a şandeyê bi Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, pêk hat û hevserokê desteye Cozêf Lehdo û cîgirê wî Loey Exte jîamade bû.

Cozêf Lehdo girêdayî navaroka civînê wiha got: “Di civînê de, mijarên girêdayî hawîrdorê û tunekirina gilêşê hatin nîqaşkirin û me projeya xwe pêşkêşî wan kir.”

Lehdo girêdayî sozên ji bo piştgirî şaredariyan wiha got: “Girêdayî xebatên ji bo gilêşxaneyan û çareserkirina pirsgirêkên hawîrdorê nexasim projeya veguhastina gilêşa (çop) Qamişlo, nîqaş hatin kirin û soza alîkarî dan me. Her wiha ji me re diyar kirin ku ew ji bo zêdekirina peywendiyên di navbera şaredariyên herêmê û şaredariyên Swêdê de, amade ne û dê xebatkarên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bikin.”

Li gorî berpirsên protokolê yên bi şandeya Swêdê re, piştî ku şandeyê hevdîtin û civînên xwe bi saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl re bi dawî kir, dê şande îro êvarê ji herêmê derkeve û berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din