‘Şandeya hevbeş a Fransa – Almanya çawaniya destekdayîna Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de lêkolîn dikin’

Şandeyeke Almanî û Fransî payabilind serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û destekdayîna xwe ji Rêveberiya Xweser re li ser asta siyasî û xizmetguzarî diyar kir.

Şandeya ku serdana navenda Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî kir ji nûnerên Wezareta Karên Derve ya Fransayê Eric Shaver û nûnera Wezareta Karên Derve ya Almaniyayê Cilmans Hatsh pêk dihat.

Şande ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Ferhad Şiblî, Hevserokê Navenda Têkiliyên Giştî Abdullkerîm Umer û Emel Dada her wiha berpirsên di Rêveberiya Xweser de hate pêşwazîkirin.

Şande bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya, civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî bû, li gorî hin çavkaniyan, di civîna ku çend seatan dewam kir, gelek mijarên girîng der barê destekdayîna Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de ji bo beşdarbûna di xebata siyasî û veguhestina daxwazên wê ji hikumetên welatê xwe re, hatin nîqaşkirin.

Her wiha li ser rewşa herêmê bi giştî di nav de çawaniya dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê, pêşkêşkirina alîkariyê ji Rêveberiya Xweser re bi awayekî raste rast û ne rast e (bi rêya rêxistinên mirovî) ji bo xebata jinûva avakirinê, nîqaş hatin kirin.

Her wiha nîqaş der barê mekanîzmeya aliyê perwerdê û peydakirina pêdiviyên pêwîst ji bo pêşxistina aliyê perwerdê li herêmê hatin kirin.

Di dawiya civînê de, nûnerê derve yê Fransa li pêşiya dezgehên çapemeniyê daxuyaniyek da û wiha got: "Ez mûdîrê navenda aloziyan a girêdayî Wezareta Derve ya Fransayê me, li vir im ji bo di aliyê pêkanîna istiqrarê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina alîkariya mirovî ji bo başkirina rewşa jiyanê ji şêniyên li Bakur û Rojhilatê."

Nûner wiha domand: "Ji sala 2017 Fransa gelek projeyên destekkirina gelê vê herêmê pêşxistin, jê tenduristî, perwerde û çandinî, her wiha di aliyê destekkirina saziyên civaka sivîl, her wiha alîkariya rakirina mayînan kir, em dizanin ku herêm rastî êrîşan tê, lê em Fransa û bi hevkariya hin hevkaran re ji bo xebata bi hev re dilxweş in, da ku alîkariya şêniyan bikin û rewşa wan a jiyanê baş bikin."

Der barê civîna wan bi Rêveberiya Xweser re, Eric Schwalier wiha got: "Îro me hevdîtin bi berpirsên li Eyn Îsa re pêk anî, da ku projeyên cuda nîqaş bikin û ji wan re şîrove bikin, duh me serdana Reqayê kir, em bi rojeyên nû ku li Reqayê pêşketine matmayî man. Fransa desteka van projeyên li Reqayê dike, mînak em alîkariya beşên tenduristiyê li nexweşxaneya El-Wetenî li Reqayê dikin, alîkariyeke mezin ji klînkan û xebatên rakirina mayînan li Reqayê dikin, her wiha em alîkariya çalakiyên civaka sivîl dikin, armanca sereke ji serdanê ji bo nîqaşkirina hemû projeyên destekkirina mirovî û projeyên jinûva vegerandina istqrarê li vê herêmê."

(jo)

ANHA


Mijarên Din