Şandeya HDP û KCD’ê bi Barzanî re civiya

Şandeya KCD û HDP’ê ku îro serdana Hewlêrê kir, bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Di nav şandeyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî cih digirin.

Şandeya ji hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan û cîgira hevserokên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, piştî pêşwazîkirina li balafirgeha Hewlêrê, derbasî bajarokê Mesîf bû.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ku ev çend roj e li Başûrê Kurdistanê ye û hevserokên nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tev li şandeyê bûn û li vir derbasî ofîsa Mesûd Barzanî bûn.

Endamên şandeyê li ber avahiyê ji aliyê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, berpirsê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mirani, berpirsê Îdareya Pêwendiyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PDK’ê Elî Hisên û endamên rêveberiya PDK’ê ve hatin hatin pêşwazîkirin.

Piştrî pêşwazîkirinê endamên şandeyê û Barzanî derbasî ofîsê bûn. Li vir Sezaî Temellî axaftinek kurt kir û got: “Me xwest bi taybetî we ziyaret bikin, em dixwazin vê ziyareta xwe ya 4 rojan baş derbas bikin. Em bawer dikin ku dê gelekî baş derbas bibe. Em gelekî keyfxweş û şanaz in ku li vir in. Ji ber sedemeke girîng îro em li vir in û hatine ziyareta we. Hevseroka me ya giştî Pervîn Buldan jî dixwest li vir be, lê ji ber ku emeliyateke girîng derbas kiriye, nekarî were. Gelek silavên wê ji were hene.”

Mesûd Barzanî jî xêrhatina şandeyê kir û diyar kir ku ew bi hatina şandeyê keyfxweş bûne.

Piştrî axaftinên xêrhatinê, endamên çapemeniyê ji hundir hatin derxistin. Hevdîtin berdewam dike.


Mijarên Din