Şandeya DYA'yê rewşa îslamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopand

Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî destnîşan kir ku di hevdîtina wan a bi şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî re fikirên şaş ên li ser aştî û misilmanan û çawaniya sererastkirina wan, her wiha rewşa îslamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Şandeya Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî ku ji cîgira serokê Komîseriyê Nadine Menza û keşeyê wîlayeta Tennessee Nashville, Steve Burger pêk dihat, piştî serdana nûnerên êzidiyan, serdana Akademiya Îslama Demokratîk a li bajarê Qamişlo kir.

Şandeyê bi nûnerên Kongreya Cviaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

Şande ji aliyê Hevserokên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed Xerzanî, Hevseroka Buroya Kar û Barên Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser Senaa Ferio, cîgirê hevserokatiya bûriyê Ebdurehman Bedirxan û serokê Beşê Ola Êzidiyatî ya Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo ve hate pêşwazîkirin.

Nûnerên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, nêrînên şaş ên civaka navneteweyî ya li ser civakên misilman destnîşan kirin û diyar kirin ku hin dewlet mîna Tirkiyê îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Hevdîtina herdu aliyan ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Li ser mijarên ku hatin nîqaşkirin, Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî ji ANHA'yê re axivî û got: "Serdan û hevdîtin ji bo şopandina olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat."

Xerzanî destnîşan kir ku şande nêrîneke şaş li ser îslamê girtibû, ji ber ku derbarê rewşa misilmanên li Sûriyê, rapor hatin rakirin. Xerzanî anî ziman ku ev nêrîn hate serastkirin, hate diyarkirin ku îslam û misilman banga hezkirina di navbera gelan dike.

ANHA


Mijarên Din