Şandeya Belçîkayê bi MSD'ê re dicive

Şandeya ji Belçîkayê di van kêliyan de li bajarê Qamişloyê hevdîtinê bi MSD'ê re pêk tîne.

Şandeya Belçîkayê ya ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê piştî serdana Daîreya Têkiliyên Derve berî da avahiya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) ya li bajarê Qamişloyê.

Şande ji aliyê Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Hikmet Hebîb û hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Omer ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî didome.

ANHA


Mijarên Din