Şandeya belçîkî gera xwe li Qamişloyê didomîne

Şandeya ji Belçîkayê ya ku duh gihiştibû Bakur û Rojhilat Sûriyê, serdana Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî yên li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya Belçîkayê ya ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philippe Vansteenkiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê duh di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Şandeyê îro li bajarê Qamişloyê, serdana navenda Partiya Yekitiya Suryan kir û ji aliyê hevserokê partiyê Senherîb Bersûm û nûnera Komeleya Çanda Suryan Elîzabeth Gewriyê ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewşa suryanan di dema serweriya rejîma Baas a li herêmê, cihê belavbûna wan li Sûriyê û rewşa wan a heyî nîqaş kirin.

Her wiha derbarê rewşa malbatên Suryan ên ji ber şer hatin koçberkirin, dêrên hatin rûxandin, jinên ciwan ên Suryan ên windayî, avakirina hêzên Sutoro, Meclisa Leşkerî ya Suryan û hejmara malbatên şehîdên Suryan de nîqaş hatin kirin.

Piştre, şandeyê bi endamê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulrehman Selman re serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir. Hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid û Mehsûm Hesen, endamên meclisê, Mihyedîn Hesen, Mihemed Hecî Seyîd, Ebdulezîz Osman û Kêfo Osman pêşwaziyê endamên şandeyê kir. Bi navê şandeyê George Dalmani gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.

Hêvî Seyid nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qetilkirina şêniyan û bikaranîna çekên qedexekirî da.

Hêvî got: "Em hêvî dikin ku dengê me bighêje tevahî cîhanê, me gelek çalakî li dar xistin da ku dengê xwe bighînin wan, lê mixabin dengê me guhdar nekir û binpêkirin hîna berdewam in."

Şandeyê piştî goristanê serdana navenda Meclisa Mablatên Şehîdan a bajar kir. Li vir jî hevserokê meclisa Mehsûm Hesen axivî û banga piştgiriya civaka navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kir.

Şandeyê her wiha serdana navenda Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî ya li Qamişloyê kir. Rêvebirê rêxistinê Egîd Îbrahîm û cîgira wî Hemrîn Hesen,  koordînatorê rêxistinê Salar Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.

Herdu aliyan, binpêkirinên ku hêzên dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin, sûcên hatine belgekirin û girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ'ê nîqaş kirin. Pêşniyar hate kirin ku desteka heqûqî ji kesên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê ziyan dîtine, were kirin.

Tê payîn ku şande sibe serdana kampan bike.

ANHA


Mijarên Din