Sana: Di topbarana terorsîtan, sivîlekî jiyana xwe ji dest û 3 birîndar bûn

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê ragihand ku di topbarana komên terorîstan li nêzî nuqteyeke Tirkiyê rojhilatê bajarê Qerdehe li Laziqiyê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Sana wiha got: "Piştî derbasbûna çend seatan ser ragihandina agirbestê li herêma "kêmkirina şer" li Idlibê, komên terorîst îro di seat 7`ê sibehê 5 topavêj ji çiyayê Şehşibo li nêzî çavdêriya Tirkiyê avêtin Salih."

Topavêj ser bajarokê Beşlama başûr rojhilatê bajarê Qerdehe li parêzgeha Laziqiyê hatin xwarê, li gorî Sana diyar kir, ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û 3 din birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got ku tevî agibestê ku duh hate ragihandin, herêm rastî bombebaranê hat.

(jo)


Mijarên Din