​​​​​​​Şam navenda koronayê ye; hejmarên ku hikumet dide ji ya rast kêmtir e

Hikumeta Şamê têkildarî bîlançoya pêketî û miriyên vîrusa koronayê rojane daxuyaniyan dide. Lê ev bîlanço ji hev cûda ne û carinan nêzî hev in. Lê rewşa heyî îsbat dike ku hejmarên ku hikumetê dide ne rast in û ji hejmara rast bi gelekî kêmtir e.

Nakokiyên pêşîn ên di nava hikumeta Şamê de bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re derketin. Daxuyaniyên berpirsê fakulteya Bijîşkatiya Mirovî Nibûx El-Ewa û Wezîrê Perwerdeyê Darim Tebai yên têkildarî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ji hev bi nakok bûn. Tevî hemû xeteriyan û kêmbûna rêbazên tedawîkirinê biryara domandina perwerdeyê hate dayîn.

Ji bo girtina dibistanan an jî ku şênî bi çaranûsa xwe re rû bi rû bimînin, nakokî di nava hikumeta Şamê de dom kir. Endamên Meclisa Parêzgeha Şamê pêşniyar kir ku dibistan heta 15 rojan bên girtin. Boneyên giştî mîna şahî û şîn werin qedexekirin, li xwaringeh û kafêyan tedbîrên xweparastinê werin girtin.

Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê 20`ê Mijdarê ji dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê re ragihandibû ku dibe ku hikumet biryara qedexeya giştî yan jî beşî bigire.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê heta 24`ê Mijdarê gihîşt 7 hezar û 369 kesan; ji wan 3 hezar û 213 nexweş baş bûn û 358 kes jî mirin. Hate destnîşankirin ku ev dane bi rêya testê hatiye piştrastkirin.

`ŞAM Û GUNDEWAR NAVENDÊN VÎRUSÊ NE`

Li gorî pisporên pêbawer di raporên nanvneteweyî de, tê destnîşankirin ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Sûriyê, ji yên ragihandî pirtir e. Tedbîrên hikumeta Şamê di vî warî de jî bi bin ketine. Li gel aloziya aborî ku welat tê re derbas dibe pergala tenduristiyê heta beriya vîrusê jî, paş ketiye û hema bêje wê hilweşe. Di saziyên hikumetê de, her karmendek mehane derdora 50 hezar û heta 80 hezar lîreyên Sûriyê digire.

Şêwirmendê siyasetan ê Oxfamê ku li Şamê dimîne Matt Hamsley dibêje: “Li Şamê û gundewarê wê, merc peyda dibin ku virus bi awayekî mezin belav bibe. Ev jî pêk tê. Ev her du herêm navendên vîrusê ne.”

Hamsley da zanîn ku heke li Sûriyê qerebalixa li ser hîmên jiyanê mîna firin, gaz û pêwîstiyên din çareser nebe, heta bi ferzkirina qedexeya derketina beşî jî, wê rê li pêşiya belavbûna vîrusê neyê girtin.

Her wiha destnîşan kir ku ne mentiq e ku pîrozkirina cejnan were qedexekirin û li ber firinan û navendên bazirganiyê yên Sûriyê qerebalix be.

ŞÊNÎ BI GAZINC IN

Di encama şerê ku ev 10 sal in li Sûriyê rû dide, aloziya aborî ya tengav a ji ber gendelî û rêvebirina çewt a hikumeta Şamê, her wiha ferzkirina qanûna Qeyser de, warê tenduristiyê li tevahiya welêt wêran bûye.

Derbarê vê mijarê de şêniyê bi navê S.R. yê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got: “Bi rastî nizanim heke ez pê ketime lê na. Nikarim testa koronayê çêkim an jî biçim doktorê pispor. Ez bi hemû nîşaneyên vîrusê hesiyam, lê dîsa jî min jiyana xwe ya asayî domand.”

'DIBISTAN HATINE PAŞGUHKIRIN Û NEXWEŞXANEYÊN TAYBET MÎNA QESABXANEYAN E'

Şêniya bi navê N.E jî got ruxmî ku gelek baldar e lê zarokên wê bi pêketinê re rû bi rû mane, ji ber ku li dibistanan destavên ku werin bikaranîn tune ne.

Şêniyê bi navê Y.E. jî piştrast kir ku ew û gelek hevalên wî yên di kar de bi vîrusê ketine, lê nexweşxaneyên hikumetê bi wan re eleqedar nebûne.

Y.E destnîşan kir ku rêveberên nexweşxaneyên hikumetê bi hinceta tunebûna amûrên bêhnkêşandinê, qebûl nekirin ku hevalekî wî bi vîrusa koronayê ketibû pêşwazî bikin, ruxmî ku rewşa wî hesas bû ji ber ku nexweşê rebo ye.

Y.E. rêveberên nexweşxaneyên taybet rexne kirin û got: “Ew nexweşxane mîna qesabxaneyan e. Rewşên lezgîn pêşwazî nakin û nexweşan bi nirxên buha derman dikin.”

Hejmara pêketiyên vîrusê yên ku hikumeta Şamê radigihîne ji yên rastîn kêmtir e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din