Şam bi şertan agirbesta li Idlibê erê dike

Îro Şamê ragihand ku wê li ser agirbesta li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê erê kiriye lê bi şerta ku peymana Rûsya û Tirkiyê girêdayî herêmên bêçek pêk were.

Li gorî ku ajansa SANA‘yê ya girêdayî Rejîma Sûriyê li ser zimanê çavdêrek leşkerî ragihandiye "Şamê îro agirbesta li herêmên bêçek li Idlibê ji îro ve erê kiriye, bi şertsa ku peymana Soçiyê pêk were. Li gorî peymanê divê terorsît bi 20 km ji herêmên bêçek paşde biçin û çekên xwe yên giran û navîn vekişînin.

Rûsya û Tirkiyê di Îlonê de gihaştibûn peymanê lê pêkanîna wê pêk nehat.

Parêzgeha Idlibê û herêmên derdorê ku tê de derdora 3 milyon kes dimînin ji dawiya Nîsanê ve rojane ji aliyê balafirên Rejîma Sûriyê ve tên topbarankirin û bombebarkirin. Li gel wê jî şerên bejahî li bakurê gundewarê Hemayê rû didin.

(şx)


Mijarên Din