Salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser hate pîrozkirin

Li navçeya Eyn Îsayê salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke mezin hate pîrozkirin.

Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê merasîmeke girseyî li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her heft rêveber û meclisên girêdayî wê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, fermandarên QSD û Koalîsyona Navdewletî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mala Gaziyên Şer, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyê û saziyên civaka sivîl tevlî merasîmê bûn.

‘Rêveberiya Xweser civak bi rêxistin kir‘

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Ferîd Etê axivîn, salvegera damezirandina rêveberiyê pîroz kirin, cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û ji birîndaran re şîfa lezgîn xwestin. Hevserokan her wiha spasiya kesên ku di avakirina Rêveberiya Xweser de ked dane, kirin.

Di axaftinan de hate gotin, Rêveberiya Xweser dikarî civakî bi rêxistin bike û xizmetê pêşkêş bike. Her wiha diyalogên li ser bingeha hevgirtin û yekitiya xaka Sûriyê dipejirîne.

Hevserokên Meclisa Giştî Sîham Qeryo û Ferîd Etê di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Sûriyê yên li derveyî welat kir ku vegerin welatê xwe û welat ava bikin û biparêzin.

‘Herêmên dagirkerî wê ji dagirkeran re nemînin‘

Her wiha hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş bi zimanên Kurdî û Erebî axivîn û got:  "Me nameyek ji cîhanê re şand, tê de diyar dikin ku tu kes nikara îradeya gel têk bibe û bi rêya derxistina fiteneyê nikare ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Em in ên ku li hemberî rêxistina herî tundraw şer kir. "

Di axaftinan de her wiha bal hate kişandin ser pêvajoyên damezirandina rêveberiyê ji Cizîr, Kobanê û Efrînê heta Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê û hate gotin ku rêveberiyê tevî zehmetiyan xizmetan pêşkêşî pêkhateyên herêmê dike, derfetên kar di nava saziyên rêveberiyê de ji 200 hezar kesî re peyda kir, alîkariyêa koçberên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dike ku hejmara wan 200 hezar kes derbas dike.

Hevserokên Meclisa Rêveber îşaret bi rola pêşeng a jinan a di avakirina Rêveberiya Xweser de û wekheviya di navbera herdu zayendan di sîstema rêveberiyê de kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin li ser dagirkirina dewleta Tirk a li hin herêmên Bakurê Sûriyê û ev tişt hate gotin: "Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê dagirkirî ne, berdêl çi be erka me ew ê ku herêmên xwe vegerînin, me banga welatiyên Sûriyê yên penaberî Tirkiyê bûne kirin da ku vegerin warê xwe. Em siyasetên guhertina demografîk li herêmên xwe red dikin."

Di axaftinan de pesna  têkoşîna Hêzên Sûriye Demokratîk û serkeftina li dijî serçeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê hate kirin. Her wiha banga berdewamkirina têkoşînê heya gihaştina Sûriyeya pêşerojê ya hêviya tevahiya sûriyan hate kirin.

‘Hewl tê dayîn ku îtîraf bi rêveberiyê were kirin û alozî bi dawî bibe‘

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk Emîne Umer axivî û îşaret pê kir ku serkeftina ku  QSD`ê bi destxistiye cihê wê xurt kir û destnîşan kir ku li hember rêveberiyê di sala xwe ya yekemîn de zehmetiyên mezin hene ji bo şerê terorê û peydakirina xizmetan ji şêniyan re.

Emîne wiha domand: "Rêveberiya Xweser zêdtirî nîvê rûbera Sûriyê bi rêve dibe. Em hewl didin bi vê rêveberiyê ji aliyê siyasî were îtîrafkirin û sînorekî ji aloziya Sûriyê deynin."

Emîne behsa astengiyên ku di karê rêveberiyê de derdikevin,  di serî de gefên Tirkiyê yên ku têkbirina vîna gelên herêmê û biratiya gelan armanc dike.

Emîne diyar kir ku ji bo dûrxistina gefên Tirkiyê gihaştin lihevkirinekê da ku hebûna Rêveberiya Xweser a ku bi saya fedekariyên ciwanên herêmê ava bûye biparêzin.

Emîne Umer diyar kir ku "Rêveberiya Xweser projeya tekane ye ku dikarî hêviyên gelê Sûriyê bi cih bîne û nûnertiya wan di qada siyasî de bike. Encamên vê yekî di serkeftina li dijî DAIŞ‘ê de diyar bû."

Di dawiyê de Emîne got: "Em dizanin ku her rêveberiye şaştî û kêmasiyên wê hene. Divê Rêveberiya Xweser şaştiyê xwe rast bike û ji gelê herêmê nêz be û hertim pê re bide û bistîne."

‘Bi saya şehîdan em gihiştinê vê astê‘

Piştî wê endama fermendariya giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk Newroz Ehmed diyar kir ku bi saya fedekariyên şehîdan herêm gihaşt vê astê.

Newroz ev tişt diyar kir: "Li hember tevahiya êrîşên li ser pêkhateyên herêmê me mafê parastina rewa bi kar anî. Tevahiya herêman gav bi gav ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û me serkeftina dîrokî ya bêhempa li ser hovantirîn rêxistina terorîst pêk anî."

Newroz wiha berdewam kir: "Rojane gef li dijî herêmên me têne xwarin. Wek Hêzên Sûriye Demokratîk em ê erka xwe di pêkanîna ewlehiya herêmê de berdewam bikin û li hember tevahiya gefan bisekinin. Ji her demê bêtir em amade ne û em ê hewl bidin hêzên xwe pêş bixin da ku şêniyên herêmê biparêzin."

Girêdayî Rêveberiya Xweser Newroz got: "Em hêvî dikin ku rêveberiyahatiye ragihandin li  Sûriyê û Rojhilata Navîn re di avakirin û demokrasiyê de bibe mînak."

Piştre sinevizyonek ku kar û xebatên rêveberiyê di salekê de hate pêşendan. Piştre peyamên pîrozbahiyê yên ku ji hêla saziyê civaka sivîl ve hatine şandin, hatin xwendin.

Di dawiyê de govend û stranên folkolrî hatin pêkêşîkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encamên pêkanîna biryarên Kongoreya sêyemîn a MSD‘ê de ku di 16‘ê Tîrmeha 2018‘an de li bajarê Tebqayê hatibû standin, hate damezirandin.

ANHA


Mijarên Din