Salvegera rizgarkirina navçeya Sirînê hate pîrozkirin

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê salvegera 4‘an a rizgarkirina navçeyê bi şahiyekê  pîroz kirin.

Navçeya Sirînê ya 29‘ê Tîrmeha 2015‘an ji aliyê YPG, YPG û Odeya Çalakiyan a Volkana Firatê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin.

Bi wesîleya salvegera 4‘emîn a rizgarkirina navçeyê şahiyek li dibistaneke navçeyê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyan û fermandarên QSD‘ê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê fermandarê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ezîz Ehmed salvegera rizgarkirina navçeyê li şêniyan pîroz kir û anî ziman ku ev serkeftin berhema keda bi hezaran şehîdan e.

Ezîz Ehemd banga hevgirtina li hemberî gefên derve û xwedîkertina li şehîdan kir.

Di şahiyê de hevserokê meclisa navçeya Sirînê Mustefa Muslim jî axivî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan nû kir.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê Semîra Edhem axivî û ev tişt anî ziman: "Meha Tîrmehê meha serkeftinan e, şoreşa Rojava di 19‘ê Tîrmehê de dest pê kir. Ev şoreş bi ser ket ji ber ku şoreşa biratiya gelan û aştiyê ye."

Piştî axaftinan xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA 


Mijarên Din