Salvegera damezirandina Pirtûkxaneya Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê hate pîrozkirin

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê bi boneya salvegera duyemîn a damezirandina Pirtûkxaneya Yekitiya Çandî şahiyek li navenda yekitiyê li Kampa Serdemê ya I navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên meclis, saziyên sivîl û Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Şehba tev li şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê rêveber yê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Îsmet Mihemed axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Her wiha ev roj li tevahiya şêniyên Efrînê yên koçber pîroz kir, hêviya vegera Efrîna dagirkirî ji hemûyan re xwest.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Mihemed Welîd, bi rêya xwendina helbestekê hezkirina gel ji Kurdistan û Efrînê re rave kir.

Paşê endamê yekitiyê ya Şehbayê Rohay Kosa helbestek girêdayî koçberiyê, mafê zarokan ku bi fêrî xwendin û nivîsandinê bibe vegot.

Di şahiyê de şanoyek girêdayî girîngiya pirtûkan û xwendina wê hate pêşandan.

Di dawiya şahiyê de endama rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ayşe Receb ya ku serdana kantonê dike, axivî û çalakî pîroz kir.

 

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din