Salvegera damezirandina Kongreya Star li Şehbayê hate pîrozkirin

Kongreya Star a Şehbayê bi boneya salvegera 16`an daxuyaniyek da û tê de berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina tevahiya civakê da.

Bi dehan jinên herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tev li xwendina daxuyaniyê bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.

Endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo daxuyanî xwend. Di destêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em salvebera 16`an a damezirandina Kongreya Star li tevahiya jinên cîhanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û jinên berxwedêr ên di girtîgehên Tirkiyê de û li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kongreya Star di dirêjahiya 15 salan de xwe gihand tevahiya jinan li Rojava, ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û ji zîhniyeta mêran rizgarkirî, jin bi rêxistin kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi xebatên Kongreya Star ên di nava şêniyên Efrînê de li gel rewşa koçberiyê hate kirin û hate gotin ku kongreyêji bo zanakirina civakê kar û xebat meşandin.

Di daxuyaniyê de berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina tevahiya civakên cîhanê ji zîhniyeta mêran, hate destnîşankirin. Kongreyê di vî warî de got: “Em amade ne tevahiya jinên cihanê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûr di bin ala Kongreya Star de hembêz bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan Sakîne, Fîdan, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê û Hevrîn Xelef ji bo pêkanîna azadiyê û avakirina pêşerojeke azad li ser bingeha hevjiyana azad, hate dayîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din