Salvegera a damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê salvegera 16'an a damezirandina Kongreya Star pîroz kir.

Kongreya Star bi boneya salvegera 16'an a damezirandina xwe, şahiyek bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.

Şahî li hola Alwan a herêma Şiqêf bi diruşmeya "Na ji qirkirin û dagirkirinê re..bi hev re em ê jin û jiyanê biparêzin" hate lidarxistin. Hola şahiyê bi wêneyên şehîdên azadiyê û alên Kongreya Star hate xemilandin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/15/143825_jynda-dlswz.jpg

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Dilsoz û endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa axivîn.

Di axaftinan de, hate gotin ku serkeftin ku têkoşîna ku jinan bi dest xistine berhema avakirina Kongreya Star e.

Jînda şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn û got, şehîd Sakîne ji pêşengên ku banga mafên jinan dikir da ku di hemû qadan de rola xwe ya pêşeng vegerînin.

Jînda Dilsoz soza şopandina rêya şehîdan da.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/15/143848_nhlh-mstfa.jpg

Di axaftinan de bal hate kişandin ser destkeftiyên ku Kongreya Star di nava salekê de bi dest xistine, jê vekirina dewreyên perwerdeyê, beşdarkirina jinan di tevahî qadên aborî û siyasî û civakê û hwd de. Her wiha hate destnîşankirin ku Kongreya Star sîwana sereke ya hemû jinên Sûriyê, mafên jinan diparêze û pirsgirêkên wan çareser dike.

Piştî axaftinan, Koma Kulîkên Pêşerojê û Koma Şehîd Vejîn stranên folklorî pêşkêş kirin, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

Her wiha Koma Şehîd Ronahî dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din