Salih Muslim: Helwesta me dê piştî dîtina bendên lihevkirin diyar bibe

Salih Muslim got ew hîna bendên lihevkirina di navbera her du aliyên tirk û amerîkî de nedîtine. Dê helwestên wan piştî dîtina lihevkirinê diyar bibe.

Kanala El-Erebiye El-Hedes hevdîtinek bi berpirsê têkiliyên dîplomasî yê Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Muslim re piştî ragihandina rawestandina êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir.

Muslim di destpêka hevdîtinê de got Hêzên Sûriye Demokratîk herêmên xwe parastin û ew mafê wan ê rewa ye.

Girêdayî lihevkirinê Muslim got: “Me hîna bendên lihevkirinê nedîtine. Rêveberiya me û hêzên me yên leşkerî hene. Helwesta me dê piştî dîtina bendên lihevkirinê diyar bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din