Salih Heydo: Kesên ji yekîtiyê direvin, dijminên doza kurdî ne

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo got: “Însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Abdî, baş bû. Em bang li gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe ava bikin. Kesên ji yekîtiyê direvin dijminên doza kurdî ne.”

Piştî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûrî" yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bangên diyalog û misogerkirina yekîtiya kurdî zêde bûne.

Beriya niha fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Abdî li dijî êrişên artêşa Tirk ên ku qirkirina gelan dikin armanc û parastina destkeftiyên Kurdan, banga yekîtiya kurdî kiribû.

Di vê mijarê de ajansa me hevdîtin bi lîkolîner, helbestvan û nivîskarê Kurd Salih Heydo re çêkir. Salih  di destpêka axaftina xwe de got: “Kesên ku yekîtiya kurdî red dikin, ew kesên xwedan berjewendî ne û bi ajandeyên derve ve girêdayî ne. Lewma li gorî daxwazên ajandeyan tev digerin. Ez jî dibêjim, ew dijminên doza kurdî ne. Ji beriya sedê salan ve Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin û her parçeyek girêdayî ajandeyên derve kirin. Ji bo berjewendiyên xwe kar û xebatê dikin. Ajandeyên cîhanê bandora wan li ser doza kurdî hene. Ji ber vê yekê divê partiyên Kurd berjewendiyên xwe yên partîtiyê deynin milekî û di berjewendiyên gelê Kurd de bifikirin. Bi vî awayî dê yekîtiya kurdî misoger bibe.”

Heydo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Hin ajandeyên dijbertiya doza kurdî dikin, bi rêya hin partiyan re hewl didin nakokiyan di nava Kurdan de derbixin. Kesên ji yekîtiya kurdî direvin, divê wekî îxanetkar werin ragihandin. Di roja îro de gelê Kurd bi zilm û çewisandinê re rû bi rû ye. Ji  ber vê yekê yekîtiya Kurdan girîng e û kesên jê direvin divê hesab ji wan were xwestin. Bila her kes bizanibe ku ew dijminên doza kurdî ne.”

Salih Heydo di dawiya axaftina xwe de got: “Însiyatîfa Mazlûm Abdî ya banga yekîtiyê gaveke pir baş bû. Lewma ez bang li gelê Kurd dikim ku yekîtiya xwe ava bikin. Da ku em jî wekî gelên cîhanê bibin, xwedan nasname û maf.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din