Salih Gedo: Li hemberî dijminahiya Tirkiyê divê gelên herêmê serî hildin

Salih Gedo destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna êriş û binpêkirinên Tirkiyê divê gelên herêmê serî hildin û bi erkên xwe yên netewî rabin. Her wiha daxuyand ku li hemberî destwerdanên li herêmê kombûneke gel heye û divê her kes beşdarî hemleya KCK`ê bibe.

Ji destpêka 2018`an ve anku piştî êrişa Tirkiyê li ser Efrînê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişan tên. Dewleta Tirk hewl dide tecrubeya demokratîk a herêmê derb bike. Siyasetmedar dibînin ku ji bo bersivdayîna êriş û binpêkirinên Tirkiyê pêwîst e eniya hundirîn bibe yek.

Sekerterê Partiya Çep a Demokratîk li Sûriyê Salih Gedo wiha got: "Gelê Kurd li Sûriyê parçeyekî gelê Sûriyê ye û ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve parastina herêmên xwe û herêmên Ereb û Suryenan kir û bi hezaran şehîd di oxira azadî û rûmetê de da."

Gedo destnîşan kir ku di salên dawîn de rejîma Tirk a bi rêveberiya AKP`ê ku xwe wekî pêşengê Îxwan Mislimîn li herêmê dibîne, êrişî herêmê kir û wiha got: "Sala 2018`an êrişî Efrînê kir, komkujî pêk anî û gel da koçberkirin. Beriya salekê jî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir."

DIVÊ ENIYA HUNDIRÎN BÊ XURTKIRIN

Salih Gedo daxuyand ku ji bo bersivdayîna dijminahiya li dijî herêmê, divê gelên herêmê serî hildin û li dijî binpêkirin û êrişên Tirkiyê bi erkên xwe yên netewî rabin.

Gedo wiha domand: "Da ku gelê me li dijî destwerdan , êriş û astengiyên herêmî û derve bi erkên xwe yên netewî rabe, divê berî her tiştî eniya hundirîn xurt bike, ku bi dan û standinên Kurdî-Kurdî dest pê kir. Armanca dan û standinan ew bû ku bigihêjin nêrîneke hevbeş ku tê de hemû hêzên Kurdî yên aktîv bibin yek. Yekbûna van hêzan dê ji bo hêzên din ên herêmê (Ereb, Suryan, Aşûr) hêzeke mezin be.

Gedo daxuyand ku yekkirina refa Kurdî dê bibe faktoreke sereke ya bersivdayîn êriş û binpêkirinê domdar ên Tirkiyê û dê eniya hundirîn a Sûriyê xurt bike.

Gedo wiha lê zêde kir: "Qonaxe heyî nazik e, divê hemp dozên sereke bên nîqaşkirin. Divê partiyên li ser erdê ji bo dayîna biryarên gihaştina nêrîneke hevbeş, xwedî nêrîn bin."

EM PIŞTGIRIYA HEMLEYA KCK`Ê DIKIN

Gedo diyar kir ku ew piştgiriya hemleya KCK`ê dikin û got: "Divê girîngî û armancên hemleyê bi partî û hêzên ku hîna tev li hemleyê nebû re, bê nîqaşkirin. Divê hemû hêz û partiyên beşdarî hemleyê bûne xwedî taybetmendiyeke netewî bin da ku pêkhateyên din jî beşdarê bibin."

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 12`ê Îlonê de bi dirûşmeya "Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re.. dem dema azadiyê ye" hemleyek dest pê kir. Piraniya beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyêê û 29 blokên siyasî û civakî tev li hemleyê bûn.

Gedo daxuyand ku helwesta gel li hemberî hemleyê ne yek e û destnîşan kir ku kombûneke gel I dijî destwerdanên li herêmê heye û divê her kes beşdarê bibe.

Salih Gedo tekez kir ku divê hemû hêz û partiyên li çar parçeyên Kurdistanê serî hildin û li hemberî destwerdanên Tirkiyê helwesta Kurdistanî bikin yek. Gedo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku partî û hêzên Kurdî gel bi tevger dikin. Pêşeroja gelê me niha bi serkeftina tevgera siyasî ya di erkên netewî û niştimanî yên vê qonaxê ve, girêdayî ye."

(cx)

ANHA


Mijarên Din