Salih Gedo: Armanca Tirkiyê qirkirina Kurdan e

Sekretêrê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê, Salih Gedo got: “Divê aliyên siyasî yên Kurd li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestên xwe bikin yek. Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e. Siyaseta dewleta Tirk zirarek mezin dighêjîne gelê Rojhilata Navîn jî.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.

Derbarê vê mijarê de sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk li Sûriyê ji ANHA`ê re axivî:

Gedo derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser seranserî Kurdistanê wiha got: “Ev êriş ne nû ne, ev bi dehsalanin ku berdewam in.  Êrîşên deweta Tirk ne tenê aliyek ji Kurdan dike armanc. Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e. Ew aliyek Kurdan dikin hincet, lê ne wisa ne. Dixwazin gelê Kurd hemû tune bikin. Dixwazin tevgera siyasî kurdî bê rol bikin.”

‘DEWLETA TIRK DESTDIRÊJIYA GELEK WELATÊN ROJHILATA NAVÎN DIKE’

Gedo destnîşna kir ku herkesî û dewletên cîhanê tevahî armancên dewleta Tirk fêm kirine û wiha pêde çû: “Bêdengiya wan cihê mixabiniyê û gumanê ye. Mirov famdike ku dewletên navneteweyî rê ji êrişên dewleta Tirk re vedikin. Bi rastî ev guman li cem gelê Bakur û Rojhilatî Sûriyê gelekî xurtbûye, ez bawerim li cem gelê Kurd tevahî xurt bûye. Eger Rûsyayê erê nekiriba, Efrîn nedihat dagirkirin. Êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî bi erêkirina Amerîkayê pêk hatin. Ev siyaset gelek zirarê digihînin gelên herêmê, bi taybet jî gelê Kurd. Em dibînin di vê dema dawîn de piraniya gelên Rojhilata Navîn bûne hedefa Tirkiyê. Ji Rojava bigre heta başûrê Kurdistanê, ji Lîbayayê bigre heya Somal û Yemenê. Dewleta Tirk destdirêjiyê li gelek welatên Rojhilata Navîn dike.”

Gedo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevger û aliyên siyasî yên Kurd bibin yek. Da ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin. Bi hev re bi yek dengî dengê xwe bighêjînin dewletên navdewletî. Ne ku tenê şermezar bikin. Şermezarkirin nema têra van êrişên dewleta Tirk dike. Divê civaka navnetewî jî bi berpirsyariya xwe rabe û li hember êrişên dewleta Tirk raweste. Ji Erdogan re bêjin na û sînorekî ji van êrîşên hovane re deynin. Dewleta Tirk dixwaze dewleta Osmanî vegerîne, herêmê dagir bike.”

ANHA


Mijarên Din