Şahoz Hesen: Tu çareserî bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser di Sûriyê de nîn e

Şahoz Hesen got bêyî beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser di xebata siyasî û diyalogên komîteya destûrî de, nîqaşa li ser serkeftina van diyalogan ne pêkan e. Hesen diyar kir ku Koma Biçûk a Dewletên Koalîsyonê piştevaniya beşdariyê dike, li rexê jî dubare Rûsya li ser pêwîstiya beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya destûrê axivî.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen bi rojnameya Şerq El-Ewset re li ser beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya diyalogên Cinêv û Kongreya Navdewletî ya der barê DAIŞ’ê de ya li bajarê Amûdê li dar ketiye, axivî.

Naveroka diyalogê ya ku Şahoz Hesen bi rojnameyê re pêk aniye, wiha ye:

Nirxandinên we têkildarî encamên nîqaşên nûnerê navneteweyî Geir Pedersen ên bi hikumeta Sûriyê û "Desteya Dan û Standinê" ya opozîsyonê de çi ne?

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê terorîzma DAIŞ’ê kir. Bêyî beşdariya wê di xebata siyasî û komîteya destûrî de axaftina li ser serkeftina van diyalogan ne pêkan e. Koma Biçûk a Dewletên Koalîsyonê piştevaniya beşdariyê dike. Di civînên ku di navbera nûnerên Rêveberiyê û dewletên Koalîsyona Navdewletî û di serî de DYA û Fransayê de hatine lidarxistin de, hemûyan pêwîstiya beşdariya diyalogan kir. Nexasim jî di komîteya destûrê de. Heta Rûsyayê jî ev tişt diyar kir. Lê belê heta niha tu vexwendineke fermî û ne jî gaveke rasteqîn der barê başdariya vê komîteyê de tune ye.

Kî beşdariya we red dike?

Dûrxistina Kurdên li Sûriyê ji van diyalog û nîqaşên avakirina komîteya destûrê nîjadperestiya neteweyî û zîhniyeta desthilatê ye. Mebest li vir jî Tirkiye û rejîma Sûriyê ne. Lê belê heke aştiya daîm û çareya siyasî ya rasteqîn ku hemû aliyan razî bike hat xwestin, divê dev ji vê zîhniyetê berdin, ji ber ku koka pirsgirêkê ye. Kurdan tevî hemû pêkhateyan, terora DAIŞ’ê têk bir û nimûneyeke demokratîk bi rêya Rêveberiya Xweser pêk anî. Ji lew re divê bibin nûnerên tevahî diyalogên navdewletî, bi taybet der barê aloziya Sûriyê de bi navê projeya demokratîk a ku li ser erdê nûnertiya wê dikin. 

Nûnerên MSD’ê û kesayetên muxalîf ên Sûriyê werşeya destûrê li Parîsê û Viyanayê nîqaş kir. Gelo ev civîn bi daxwaza dewletên koalîsyonê yan bi berdewamiya civînên li hundirê Sûriyê bûn?

Civîna Parîsê berdewama nîqaşan e ku di vê salê de pêk hatine. Her wiha 3 hevdîtin di navbera aliyên muxalîf de ku tê de partî, şepêl û kesayetên oposzîsyonê hebûn, hatin çêkirin. 2 caran li Eyn Îsa û cara 3’yemîn jî li Kobanê bû. Dê rêzehevdîtin û werşe li dewletên rojava û erebî ji bo pêşdeçûna hevdîtinên bi armanca beşdariya hejmareke mezin ji opozîsyonê pêk bên da ku nêrîna hevpar û berfirehkirina hevkariya siyasî û lihevkirina demokratîk derkeve, li dar bixin.

Gelo vexwendnameya tevlêbûnê ji "Desteya Dan û Standinan" gihaşt we?

Tu vexwendname hê ji "Desteya Dan û Standinan" negihîştiye me. Lê belê me bi rêya çapemeniyê pêwîstiya berfirehkirin û tevlêbûna MSD’ê ya diyalogan bihîst. Divê diyalog li ser esasê hevpejirandinê û demokratîkbûnê be û dûrî nîjadperestiyê be. Hin dosyayên girêkok di navbera me û parçeyek ji opozîsyonê de hene. Bi taybet Itîlafa Sûriyê. Tevahî dizanin ku bajarê Efrînê hê jî ji hêla komên girêdayî Itîlafê ve dagirkirî ye. Qirkirineke etnîk di bin sîwana artêşa Tirkiyê de pêk anîn. Lê beriya axaftina der barê tevlêbûn an jî diyalogê de bê kirin, divê bergiriyên bawerî û rakirina siyasetên wêrankirinê ya ku bi mebest li ser demografiya şêniyên Efrînê tên kirin, bên geşkirin.

Çi diyalogên we bi Şamê re hene?

Ji bo diyalog û nîqaşan çi bi rejîmê re yan jî bi aliyên opozîsyonê re dibe bila bibe, em eşkere ne. Lê belê tu diyalog û dan û standinên rasteqîn di navbera me û rejîma desthilat de tune ne.

Gelo hûn dixwazin herêmên "Rojhilatê Firatê" wek serbixwe bimînin?

Dosyaya Sûriyê û bi sedema destwerdanên navdewletî û herêmî zêdetir girêkok bû. Bû nimûne; civîna Astanayê dewletên binakok der barê şerê Sûriyê de li hev kom kirin. Her dewletek piştgiriyê dide alî û komeke tundraw. Ji bilî wê jî nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji aliyekî ve, Tirkiye û Îranê ji aliyekî din ve jî hene. Bi wê re jî rewşa heyî derdikeve pêş. Tişta li Idlibê dibe jî nîşaneya van nakokiyan e. Li hember van hemû aloziyan, Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî pêkhateyên heyî û QSD’ê terora DAIŞ’ê têk bir. Ji lew re tu xebateke siyasî divê taybetmendiya vê herêmê û hêzên leşkerî tê de hebe. Aliyê dîtir û di serî de rejîma Sûriyê ne amade ne ji çareseriya aştiyê re.

Rêveberiya Xweser şandeyên erebî û ewropî pêşwazî kirin, komxebata navdewletî der barê DAIŞ’ê de li bajarokê Amûdê li dar xist. Gelo der barê rewabûna navdewletî ya tecrubeya rêveberiyê de tu nîşane hene?

Hin dewlet ji bo rewabûn û itîrafa bi tecrubeya Rêveberiya Xweser bikin, hin jî ji bo serkeftina hêzên leşkerî ya li dijî terorîzmê der barê parastina ewlehiya cîhanî de û hinên din ji bo vegerandina zarok û jinên di rêxistina terora DAIŞ’ê yên li vir girtî ne, hatin. Piranî dewletên ku serdana me kirin, ji endamên Koalîsyona Navdewletî yên li dijî rêxistina DAIŞ’ê ne.

Çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê û malbatên di kampên koçberan de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ye?

Bi sedan çeteyên biyanî di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene. Tevî malbatên xwe barekî mezin li ser rêveberiyê çêdikin. Her wiha me ji dewletên di koalîsyonê de xwest ku berpirsyariya wan hilgirin û wan vegerînin da ku li welatê wan bên darizandin. Bi dudiliya piranî dewletan re xwest ku dadgeheke navdewletî ya taybet ji bo darizandinê li Sûriyê bê avakirin.

(fr)


Mijarên Din