Şahoz Hesen: Bêyî itîrafkirina doza Kurd li Sûriyê, demokrasî pêk nayê

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen got "Heta demokrasî li Sûriyê pêk were, divê hemû dozên heyî bên çareserkirin, her wiha bêyî itîrafkirina hebûna doza Kurd li Sûriyê, demokrasî li Sûriyê pêk nayê."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, li şahiya salvegera 16’emîn a damezirandina partiyê li bajarê Hesekê axivî.

Şahî bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em salvegera 16’an a damezirandina PYD`ê silav dikin" li Hola Selko ya li rojhilatê Hesekê li dar ket. Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen, berpirsê kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Kebrîl Şemûn, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso, hevseroka rêveberiya Meclisa Herêma Hesekê Civîn Remo, nûnerên eşîrên Ereb ên bajarê Hesekê û bi sedan şêniyên Hesekê û gundên wê di şahiyê de amade bûn.

Şahoz Hesen di şahiyê de axivî û wiha got: "Damezirandina PYD`ê bi armanca dîtina çareseriya doza Kurd li Sûriyê û pêkanîna demokrasiyê pêk hat, heta pêkanîna demokrasiya li Sûriyê divê hemû doz bêne çareserkirin, bêyî itîrafkirina hebûna doza Kurd li Sûriyê, demokrasî li Sûriyê pêk nayê."

Hesen wiha domand: "PYD`ê ji bo 2 dozan li Sûriyê xebitî, doza Kurd û ya demokrasiyê, ji ber mêjiyê desthilatdar Sûriyê rûxand, bi hêz û hevgirtina me ji hemû pêkhateyan, bi pûçkirina hemû komployan, em ê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ava bikin."

Hesen tekez kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bû ya hemû pêkhateyan ku bi saya wê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bûn û got: "Wekî me herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, em dizanin çawa li dijî gefên Tirkiyê jî tev bigerin."

Di dawiya axaftina xwe de Şahoz Hesen wiha lê zêde kir: "Em banga diyalog û aştiyê dikin, li ser vê yekê me gelek destkeftiyên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, hîna jî em banga aştiyê dikin."

Piştî axaftin bi dawî bû, hunermend Sefqan Orkêş û Ferhad Merd stran û helbest pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din