Şahidên sûcên dewleta Tirk: Di girtîgehan de gelek kesên revandî hene

Çend kesên ji girtîgehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker xwe xelas kir, da zanîn ku kesên hatine revandin, îşkence li wan tê kirin û piştrast kir ku di girtîgehê de gelek kesên hatine revandin hene.

Malbatek ku ji 5 ferdan pêk dihat û 2 ciwan ji Efrîna dagirkirî xwe xelas kir. 3 kes ji wan di girtîgeha çeteyên artêşa Tirk a Efrînê û herêmên Bab û Ezazê de bûn.

Van kesan ji bo ewlehiya malbatên xwe yên li herêmên dagirkirî navên xwe eşkere nekirin û da zanîn ku artêşa Tirk li dijî sivîlan sûcan pêk tîne.

Li aliyekî din jî behsa hovîtiya di girtîgehê de li dijî wan dihat meşandin, kirin û destnîşan kirin ku gelek kesên revandî  di girtîgehan de ne û tawanên ji rastiyê dûr li dijî wan hene.

JINÊN REVANDÎ DI GIRTÎGEHÊN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DE

Kesên ji girtîgehan reviyane eşkere kir ku 15 jinên ji Efrînê di girtîgeha çeteyên dagirkeriyê de ne û bi tawana ku têkiliyên wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re heye, hatine revandin. Navên hin ji wan wiha ne:

Emîna Bekir Siltan (27) û zaroka wê ku ji navçeya Şiyê ne, Fatima Xelîl Osman (23), Şemsa El-Hemed (30) ji gundewarên Helebê, Texrîd Dilonî (19) ji navçeya Til Rifetê, Raniya Mihemed Xelîl (43) û keça wê (3) ji gundê Qiçîmo yê navçeya Cindirêsê, Iwêşa Şeqîr (50) ji Tebqayê, Fîdaa Mihemed (25) û zaroka wê, Fedwa Mihemed (45), Menal Hesna (40) ji Minbicê.

Her wiha girtîya bi navê Kewser Hemada bi tawana ku têkiliyên wê bi hikumeta Sûriyê re heye, hatibû revandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din