Şahidê komkujiya Şengalê: Divê êşên me pêkvejiyanê hînî me bikin

6 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas bûn ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbû. Şahidekî komkujiyê Hisnî Edo dibêje “Piştî ew qas êş û azaran divê em destekê bidin hev û bi biratî bijîn. Bi tenê bi yekitiyê û bi hev re em dikarin komkujiyan bisekinînin.”

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî cihê êzidiyan ê pîroz Şengalê kir. Kurdêm êzidî navê ‘Fermana 74’an’ li komkujiyê kir ku di dîroka mirovahiyê de komkujiyeke herî hovane bû.

Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, 6 hezar jin û zarok dîl girtin. Zêdetirî 400 hezar êzidî ji bo ku xwe ji komkujiyê xilas bikin, koçber bûn. Bi hezaran kes jî bi berxwedana 12 gerîlayên PKK’ê berê xwe da çiyayê Şengalê û ji komkujiyê rizgar bûn. Gelek sal di ser re derbas bûn lê hê jî gelek jin û zarok di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.

Şahidên Fermana 74’an a li dijî êzidiyan hewl didin jiyana xwe berdewam bikin. Edo Hisnî di dema komkujiyê de bi malbata xwe re li gundê Guhbel ê Şengalê dijî. Hisnî bi zorê dikare qala serpêhatiyên xwe bike û dibêje: “Min nedixwest em xaka xwe berdin. Em pêk ve dijiyan.”

 ‘ME LI HEMBER DAIŞ’Ê LI BER XWE DA’

Hisnî dibêje dema ku DAIŞ hat, her kes ji Şengalê reviya û wiha pê de diçe: “Her kesî destek dida nas û xizmên xwe. Her kesî hewldana rizgarbûnê dikir. Lê kesên ku defetên xwe kêm bûn jî xwe spart çiyayê Şengalê.”

Edo Hisnî diyar dike ku ciwanan çek rakirine û li hemberî çeteyan sekinîne û dibêje: “Cihên wekî Gir Zerik, Tilizer, Sîba Şêx Xidir heta guleya xwe ya dawîn li hemberî DAIŞ’ê sekinîn. Dema ku cebilxaneya wan qediya jî berê xwe dan çiyayê Şengalê.”

 ‘PDK REVIYA, HPG’Ê DESTEK DA’

Hisnî destnîşan dike ku di dema êrişa DAIŞ’ê de PDK reviyaye lê HPG bi hawara wan de hatiye û wiha pê de diçe: “Gerîlayan rêyên Sinûnê û Dugirê girtin û nehiştin çeteyên DAIŞ’ê çiya bi dest ve bînin. Piştî berxwedana gerîlayan ciwanên êzidî jî cesaret hilda û bi gerîlayan re li ber xwe da. 3-4 rojan bêyî av û xwarin li hemberî çeteyan li ber xwe dan û di roja 3’yan de YPG/YPJ û 2 tabûrên HPG’ê hatine alîkariyê.”

‘BIREVIN Û CANÊ XWE XILAS BIKIN’

Di dema êrişa DAIŞ’ê de malbat, cîran û civak bi tevahî ji hev hate qutkirin. Têkildarî vê yekê Hisnî wiha diaxive: “Hemû cîranên me ji bo ku xwe rizgar bikin, mecbûr man birevin. Demeke dirêj min got ez mala xwe û xaka xwe terk nakim. Her ku êriş zêde dibûn, agahiyên komkujiyan jî dihatin. Em bi rojan bê xew û bi xof disekinîn. Me nedizanî çi dibe û dê kengî êrişî gundê me bikin. Lê dîsa jî me nedixwest em xaka xwe terk bikin. Şevekê karwanekî erebeyan hate gundê me. Her kes pir ditirsiya. Gotin DAIŞ ketiye gundê Xiraneyê û bila her kes bireve û canê xwe xilas bike.”

 ‘ÇAREYA TEKANE BERDANA GUNDAN BÛ’

Hisnî diyar dike ku tekane çareya wan ew bû ku birevin da ku xwe ji komkujiyê xilas bikin û dibêje wê şeve derketine rê û wiha vedibêje: “Wê şevê em ketin rê û em çûn cihekî nêzî gundên Ereban li cem xizmên xwe. Serê sibê me hinek endamên malbatê şandin devereke dûrtir. Ez, 2 birayên min û biraziyê min, em man da ku endamên din ên malbata birayê min jî xilas bikin. Ber bi nîvro ve me dît DAIŞ  hate wî gundê Ereban. Em ketin erebeyê û em ji wê derê çûn. Me nedizanî em bi ku ve diçin lê me erebeya xwe diajot. Me rêya xwe winda kir. Malbateke Ereb em hildan birin mala xwe. Xwestin em li cem wan bimînin lê me dixwest em herin Rojava. Em heta ser sînor jî anîn û em derbasî Rojava bûn.”

‘YPG Û YPJ’Ê EM PÊŞWAZÎ KIRIN’

Edo Hisnî bi çavên xwe dîtiye ku bi hezaran mirov ji bo ku ji komkujiyê xilas bibin, li ser sînor kom bûne û piştî ku ji sînor derbas bûne şervanên YPG ûYPJ’ê ew pêşwazî kirine. Hisnî diyar dike ku şervanan çi tişta hewce be ji wan re kiriye û dibêje: “Şervanan ji me pirsî ka em dixwazin biçin kampa Newroz an Başûrê Kurdistanê. Me jî got em dixwazin biçin Başûr. Şervanan em bi erebeyên xwe heta ser sînor birin û em ji sînor derbas kirin.”

Hisnî diyar dike ku piştî hatine DAIŞ’ê dijminahî û û xiyanet di nava civakê de çêbûye, têkiliyên civakê qut bûne û mirov ji toreyên exlaqî dûr ketine. Hisnî dibêje: “Em pêk ve bi biratî dijiyan. Gelek malbatên Ereban kirîvên me bûn. Ev ji bo me sozekî pir mezin bû û xizmanî bû. Li Şengalê Kurdên misilman û êzidî, şîe, Tirkmen û Erebên sunnî bi hev re dijiyan. Jiyana me hevpar bû. Dema ku DAIŞ hat hemû têkiliyên civakî serobin bûn, hemû pîvanên mirovahiyê ji holê rabûn.”

Di dawiyê de Edo Hisnî wiha lê zêde kir: “Tenê encamek heye ku em jê derxin; divê em destekê bidin hev, bi biratî bijîn û dil û mêjiyê xwe bikin yek. Bi tenê bi yekitî û bi hev re em dikarin li ber komkujiyan bisekinin.”

ANHA


Mijarên Din