Şahidê berxwedanê: Ruhê 14’ê Tîrmehê pêşengiyê dike

Yek ji şahidên berxwedana girtîgeha Amedê Ganî Alkan destnîşan kir ku tevî sûcên mezin jî feraseta 12’ê Îlonê berdewam dike û got:“Bi van sûcan re 40 sal e  çareserî pêk nehatiye û pêk nayê jî. Makezagona ku Kenan Evren di sala 1982y’an de çêkir, niha jî li Tirkiyê bi rê ve diçe.”

Berxwedana 14’ê Tîrmehê anku berxwedana girtîgeha Amedê ku pêşengên PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akîf Yilmaz mîrateyeke mezin ji pêşeroj û dîrokê re hiştin. Ev berxwedan her di bîra gelê Kurd de wek sembola têkoşînê û cihekî girîng dimîne. Navên pêşengên berxwedêran ku li zarokên demê hatine kirin, vê mîrateyê ji nifşên nû re vediguhêze.

ROJIYA MIRINÊ XALA LÛTKEYA BERXWEDANÊ YE

38 sal berê pêşengên PKK’ê li dijî zilm û îşkenceya li dijî mirovahiyê di Girtîgeha Jimara 5’an a Amedê de bi mehan li ber xwe da. Di 14’ê Tîrmehê de li dijî înkar û îmhayê dest bi berxwedana mezin a Rojiya Mirinê kirin. Li dijî hovîtî û îşkenceya mezin bi ruhekî mezin li ber xwe dan û bi tîpên zêrîn di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtin. 14'ê Tîrmeha 1982'yan anku Rojiya Mirinê lûtkeya berxwedanê ye.  Pêşengên PKK'ê Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Fuat Kav, Fuat Çavgunlî li dijî înkar û îmhaya mezin berxwedana mezin Rojiya Mirinê da destpêkirin. Di berxwedana rojiya mirinê de Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çiçek û Akîf Yilmaz şehîd ketin.

Yek ji şahidên berxwedana 14’ê Tirmehê hevserokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan di 38’emîn salvegera berxwedana Rojiya Mirinê de ji ANHA’yê re axivî. Alkan ku 8 salan di girtîgeha Amedê de maye, diyar kir ku ruhê berxwedana Tîrmehê li her derê dijî.

Alkan di darbeya 12’ê Îlonê de ji ber doza PKK’ê hat darizandin û li girtîgeha Amedê rastî pêkanînên dijmirovî hat.  Alkan di Mijdara 1980’yan de hat girtin û piştî ku 4 mehan destgîrkirî ma, ew birin girtîgeha Amedê.

‘GIRTÎGEHA AMEDÊ JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA TÊKOŞÎNA KURDAN HAT ÇÊKIRIN’

Alkan di destpêka axaftina xwe de behsa darbeya 12’ê Îlonê kir û got: “Bi pêkanîna derbeye re hemû saziyên gelê Kurd hatin girtin û her kesê digot ‘ez Kurd im’ diavêtin girtîgeha Amedê. Serpel Esad Oktay digot ev der dibistana leşkerî ye, hûn jî şagirtên vê dibistanê ne. Girtîgeha Amedê veguherandibûn kampa komkirina Kurdan. Cûntaya leşkerî yekîneyên taybet şandin Girtîgeha Amedê.  Ji bo pêşî li têkoşîna Kurd were girtin Girtîgeha Amedê ku Kenan Evren jî bi xwe dibejê, hat çêkirin. Hatina feraseta 12’ê Îlonê di kesayeta girtiyan de pêşketina azadiyê binaxkirin bû.”

‘BERXWEDANÊ POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ TÊK BIRIN’

Alkan, berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî hişmendî û teslîmgirtinê wek sekneke dîrokî pênase kir û got: “Çalakiya Mazlûm Dogan pêşîvekirina 14’ê Tirmehê bû. Bi pêxistina çirûskek ronahiyê bû. Ev çirûsk bi berxwedana Çaran geş bû û bi pêş ket. Ji bo têkbirina berxwedanê îşkenceyên mezin dan meşandin û di navbera hucreyên zindanê de heya di hucreyan bi xwe de tekilî qut kirin. Berxwedaneke gelekî mezin di hucreya 35an de pêk hat. Berxwedêran bi berxwedana Rojiya Mirinê ya di 14’ê Tîrmehê de polîtîkaya dewletê têk bir.”

Alkan got Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz erkên dîrokî ji bo armancên dijmin têk bibin, li dijî teslîmiyetê hildan, canê xwe feda kirin û wiha dewam kir: “Gotina Xeyrî ku dibêje li ser gora min binivîsin ji gelê xwe re deyndar çû, ev ruhekî giranbûha ye ku canê xwe feda kiriye û hîn xwe deyndar hîs dike. Divê deynê wan neyê jibîrkirin. Darbeya Îlonê bi çalakiya 14’ê Tîrmehê re şikest. Berxwedana Girtîgeha Amedê gaveke dîrokî ye. Ev mîrateya berxwedanê ji gelan re bû bingeh. Di vê demê de neserkeftina pergalan di girtîgehan de encama ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Ev ruh li her derê dijî û pêşengiyê dike.”

‘HEMAN HIŞMENDÎ BERDEWAM DIKE’

Alkan bal kişand ser sûc û neguhertina heman hişmendiya derbeya 12’ê Îlonê ya dewleta Tirk a dagirker û got: “Tu guhertin di feraseta 12’ê Îlonê de çênebûye, heman feraset heya niha dimeşe.  Armancên wan bi rêya tunekirin, qetilkirinê hîn berdewam dike. Ew feraseta jimara 5an ku li girtîgehê de Essad Oktay nivîsandibû li her derî Tirkî biaxive heya niha tu guhertin pêk nehatiye.  Wê demê qedexekirina hebûn, ziman, nasnameya Kurdan hebû û niha jî heman hişmendî wekî ku dibêjin ger Kurd li ser heyvê hebe ez qebûl nakim heye. Her cûreyên dijmirovahî wekî qetlîam, kuştin, girtin, binçavkirin, koçberkirin li ser gelê Kurd hat meşandin, lê heya niha nehatine tunekirin û pirsgirêka Kurd çareser nekiriye. Berxwedêrekî mîna Kemal Pîr ku ji behra reş bi ruhekî şoreşgerî pêşengtiya gel dikir ku Kemal Pîr bi xwe di got ‘Xilasiya Rojhilata Navîn di çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd de ye.’ Ev ruhe enternasyonalîst yê Kemal Pîr divê gelê Rojhilata Navîn bizanibe.

Niha li Tirkiyê li ser siyaseta legal û vîna gel gelek êriş hene. Di Girtîgeha Amedê de jî heman pejirandina şikandina vînê hebû. Bi van sûcan re 40 sal e encam û çareserî pêk nehatiye û pêk nayê jî. Makezagona (destûr) ku Kenan Evren di sala 1982yan de çêkir, niha jî li Tirkiyê bi rê ve diçe. Heya civakeke demokratîk û azad neyê avakirin ev pirsgirêk çareser nabin.”      

ANHA


Mijarên Din