Şagirtên dibistanên Kampa Serdem pêşangeheke wêneyan li dar xist

Bi dirûşma "Biûşta yekemîn li ser rûyê erdê Kevana Zêrîn e, rabin em wê bikin zêr" îro Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk bi hevkariya Kevana Zêrîn a kantona Efrînê pêşangeheke hunerî vekir.

Ji bo berdewamkirina çalakiyên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve û bertekên gel ji bo daxwaza azadiya wî, îro Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk û bi hevkariya tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê li herêma Efrînê pêşangeheke hunerî vekir û sînevîzyonek der barê jiyana Ocalan de nîşan da.

Pêşangeh li Kampa Serdem ku ji 20 tabloyan pêk tê, hate vekirin. Tablo ji gelek wêneyên rêber Ocalan pêk tên, ji aliyê 10 şagirtên dibistanên herêma Efrînê ve hatin çêkirin û bi dehan şênî beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Endama Koordînasyona Kongreya Star li kantona Efrînê Newroz Haşim di vekirinê de axivî û destînşan kir ku tecrîd sekna wan ji bo daxwaza azadiya rêber Ocalan naşikîne û got: "Dewleta Tirk di tecrîdkirina rêber Ocalan de dewam dike, di demên dawî de ev tecrîd girantir kir, lê em ê heta rizgarkirina rêber Apo li ber xwe bidin."

Her wiha endama Kevana Zêrîn a kantona Şehbayê Şêrîn Reşîd destnîşan kir ku çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn bi destê rêber Ocalan e, tecrîda giran li ser Ocalan armanc dikin aloziya li Rojhilata Navîn kûrtir bikin, ew ê hewl didin bi rêya çalakiyên xwe şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk li ser Ocalan diyar bikin.

Paşê sînevîzyonek ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn ve li ser jiyana Ocalan hate pêşandan. Di pêşangehê de endamên Kevana Zêrîn beşên hunerî yên muzîkê strandin.

ANHA


Mijarên Din