Sê xwişkên ku bûne qurbanên zewaca xizmîtî

Ji ber zewca xizman 3 xwişk kor in û xwişkek din bi nexweşiya avreşî ketiye. Rewşa aborî ya malbatê dijware û ev rewş li pêşiya hêviya dermankirina xwişkan asteng e.

Sedîd, Semahêr û Sebah xwişkên hev in û keçên Mihemed El-Xelef ê ji şêniyên taxa rojhilat a Girê  Spî ye. Her sê xwişk ji ber ku bavê wan bi keça xalê xwe re zewcî ye kor in. Tevî wê jî xwişka wan Meryem a 17 salî ji biçûkahiya xwe ve bi nexweşiya avreşî ketiye.

Li herêma Rojhilata Navîn ji ber diyardeya zewaca xizman, gelek haletên astengdariyê derdikevin. Zewaca ximîtî ji ber jinan wek milk dibînin û dema bi yekî nexizim re dizewicin, wekî ku malê xwe dabin kesên biyanî. Civakên herêmê zewaca xizman tercîh dikin lê yê ku berdêla wê dide zarokin.

Gelek caran bijîşk şîret dikin ku her du alî beriya zewacê testên tenduristiyê çêbikin, da ku rê li pêşiya astengdariyê bigirin.

Mihemed bavê her çar xwişkan dibêje dema keçên wî hatine dinê serdana bijîşkan kiriye, lê wan jê re gotiye, ew ji ber zewaca xizman astengdar bûne. Lê ji bo Sedîd û Meryem hêvî heye ku carek din bibînin. Ev jî niştergeriyekê (emeliyat) pêwîst dike.

Bavê keçan ji bo peydakirina lêçûna niştergeriyê dixebitî, lê di rêwîtiya kar de dîsk pê re çêbû. Ji  ber wê neçar ma ku kar berde û tenê li ser alîkariya kesên xêrxwaz debara xwe peyda dike.

Mihemed Xelef El-Salim bi keça xalê xwe Emîne Mirî re sala 1985`an dizewice û 8 keçên wan çêdibin (temenên wan di navbera 8 heya 21 saliyê de ne). Di nav de 3 kor in û yek din jî ji biçûkahiya xwe ve bi nexweşiya avreşî ketiye.

Malbat ji ber rewşa aborî ya dijwar zehmetiyan dikşîne. Bav nexweş e û ji bo odeyekê ji çîmento ji malbata xwe re ava bike, neçar dimîne beşek ji erdê xwe bifroşe. Niha ew li ser alîkariya xêrxwazan debara malbata xwe peyda dike. Ji ber ku nexweş e û nikare bixebite.

Mihemed Xelef El-Salim got: "Dema sax bûm, ji bo peydakirina pereyên pêwîst ji bo serdanên bijîşkan û niştergeriya zarokan dixebtîm. Lê ji ber ku min qezeyek derbas kir, dîsk di pişta min de çêbû û mecbûr mam li mal rûnim. Ez bi çavên xwe dibînim ku çawa keçên min azaran dikşînin.”

El-Salim hêvî dike ku rêxistinên mirovî yên alîkariyê pêşkêşî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, alîkariya wî bikin da ku ronahiyê vegerîne çavên keçên xwe.

Emîne Mirî El-Mihêsin dayîka her sê xwişkan got: "Keça min Meryem bi hewcedariya dermankirina fizîkî ye da ku normal bibe. Pêwîste Sedîd serdana bijîşk bike beriya ku 18 saliyê temam bike, da ku perdeya çavî jê re biçîne. Niştergerî tenê li Şamê heye. Wê ji bo niştergeriyê 200 hezar LS here. Tevîn dermanên biha. Em nikarin dermankirin temam bikin."

Di zivistana borî de malbatê pere deyn kir da ku  serdana bijîşk bikin û heta niha nikarîn miqdara pere vegerînin.

Malbatê hewl da keçên xwe li Tirkiyê jî derman bike, lê li gorî Emîne: "Bijîşkên nexweşxaneyê nehiştin tevî keça xwe derbasî nexweşxaneyê bibim. Ez tirsîm ticarên lebetan keça min bidizin. Ji wê me dermankirin rawestandin heta kanton rizgar bûn û em vegerîn. (Diyardeya dizîna endamên laş di nexweşxaneyê de Tirkiyê de heye)."

Emîne diyar dike ku rêxistinên xêrxwaziyê gelek caran serdana wan kirine, navên wan qeyd kirine lê heta niha ti encam nedîtine.

Emîne hêvî dike ku miqdara pere ya pêwîst bi dest bixe heta ku Sedîd û Meryem ji wê dinyaya tarî derxîne û jiyanek normal mîna zarokên bi temenên wan ji wan re peyda bike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din