Rêziknameya PYD‘ê hate erêkirin

Delegeyên Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk rêzikname erê kirin. Tê payîn ku hilbijartinên hevserokatî û meclisa giştî ya partiyê destpê bike.

Kongreya 8‘emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimêlan di roja duyemîn de didome. Piştî bernameya siyasî ya partiyê hate erêkirin, rêziknama hate xwendin û ji aliyê delgeyan ve hate erêkirin.

Duh li bajarokê Rimêlan kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûne. Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûne.

Tê payîn ku hilbijartinên hevserokatiya partiyên û endamên meclisa giştî destpê bike.

ANHA


Mijarên Din