Rêzehevdîtinên geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibe tên weşandin

Rêzehevdîtinên tekildarî gav, astengî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê sibê bên weşandin.

Mijarên rêzehevdîtinan û axaftinan  wiha ne;

Nîqaşên “herêma ewle”, gef, liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li ser sînorên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; me bi endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed re axivî.

Ji roja avakirina pergala Rêveberiya Xweser heya îro çi astengî derketin, gef û êrîşên ku li hember pergalê çêbûn çawa hatin derbaskirin, çi zorî û zehmetî bi xwe re anîn, îro pergal di aliyê xwe yê avakirinê de di çi astê de ye? Hevseroka meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ev pirs bersivandin.

Asta têkiliyên MSD’ê bi hêzên navneteweyî û hêzên herêmî re, nîqaş û encamên diyalogan, gavên li pêşiya MSD’ê; me bi hevseroka MSD’ê Emîna Omar re nîqaş kirin.

Statuya pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya statuya herêmê, sedemên neqebûlkirin û nenasîna statuyê û kilîta çareseriya pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çi de ye? Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bersiva van pirsên me da.

ANHA


Mijarên Din