Rûyên veşartî yên MÎT’ê li Til Temirê eşkere bûn

QSD’ê, ragihandibû ku di çarçoveya “Operasyona Sondê” de sîxûrên ku bi MÎT’ê re dixebitin û di şehîdxistina gelek şervan û hemwelatiyan de rol lîstine, hatine girtin. Lixwemikûrhatina hinek ji van sîxûran di Ronahî tv de hate weşandin. Bi taybetî sîxûrê bi navê Yûsif û hevjînên wî ku li Til Temirê bûne sedema şehîdxistina şervan û fermandarên QSD’ê hate weşandin.

Di 31’ê Tîrmehê de QSD’ê, ragihandibû ku di çarçoveya “Operasyona Sondê” de sîxûrên ku bi MÎT’ê re dixebitin û di şehîdxistina gelek şervan û hemwelatiyan de rol lîstine hatine girtin. Lixwemikûrhatina hinek ji van sîxûran, tevahî belge û daneyên sîxûrtiyê yên bi dest hêzên ewlekariyê ketine di bernameya bi navê ‘Rûyên Veşartî’ ya Ronahî TV de, hate weşandin. Di xeleka yekemîn ya bernameyê de bi taybetî lixwemikûrhatina sîxûrê bi navê Yûsif Osman Sîdo ku ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ye û hevjînên wî ku li Til Temirê bûne sedema şehîdxistina şervan û fermandarên QSD’ê hate weşandin. Di van mikûrhatinan de li gel qirêjiya ku van sîxûran kiriye, torên sîxûrtiyê û êrişan, her wiha rêbazên MÎT’ê ku însanan bi çi rengî bênirx dihêlin û dikin sîxûr jî derdikeve holê.

BI DOLARAN Û MADEYÊN HIŞBIR DEST BI SÎXÛRTIYÊ KIR

Li ser xistina wî ya nava MÎT’ê, Yûsif wiha dibêje: “Di sala 2018’an de kesekî bi navê Mihemed Remzo ku mirovê me ye li min geriya, ji min çend wêneyên erebeyên hêzên Amerîkî xwest da ku bide televizyonê û li beramberî wê jî, wê pere bidana min. Min jê re got temam çêdibe. Piştî 4 rojan bi min re axivî, jinek li gel wî bû. Ji min re got ez nema bi te re diaxivim, êdî wê ev jin li gel te biaxive.

Derdora mehekê min wêneyên erebeyên hêzên Amerîkî digirt. Min derdora mehekê bi wê jina bi navê Selma re kar dikir. Piştî mehekê wê ji min xwest ku bi rêya telefonê, ji xwe wê demê telefon ne qedexe bû, ez biçim kîjan nuqteyên hevalan jê re nuqtit wisûl (Xala girêdanê) ya di telefonê de vebikim. Yanî xwest ku ez internêta xwe negirim. Min tenê wêneyê erebeyên hêzên Amerîkî yên ku dihatin Til Temir dişand, min tu tiştên din neşand. Min derdora 8 heya 9 wênê şandin. Ez endamê Polîsa Leşkerî bûm, her ku ez diçûm nuqteyên hevalan telefona min li gel min bû û internêt pê ve girêda bû. Piştî derdora 20 rojan, ew jin ji min re nexşe (Xerîte) şand û ji min xwest ku ez bi rêya wê kar bikim…Min jî li ser wî esasî nuqteyên li Til Temir ên mîna Um El Kêf ku ciheke û focekî hevalan lê heye, jê re tespît kir û her wiha li Erbeîn jî focek hebû, min jê re tespît kir û şand…”

Yûsif tîne ziman ku di destpêkê de kesê ku mirovî wî ye û pê re ketiye têkiliyê tenê li gel tirkan kar dike, lê piştî ku daxwazên wan pêkanîne ji wî re gotine “ez endamê MÎT’ê me.” Her wiha destnîşan dike ku ew bi dolaran û madeyên hişbir xistina nava sîxûrtiyê, bi lêv dike ku di karê yekê yê sîxûrtiyê de 2 hezar û 900 dolar û hinek hişbir jê re şandine.

Piştî sîxûr Yûsif zêdetir dikeve nava MÎT’ê qirêjiya xwe bi pisporî dimeşîne; nav, wêne, agahiyên şervanan; tevger, cih, hejmar û kordînatên  leşkerî yên herêma Til Temirê ji MÎT’ê re dişîne. Her wiha Yûsif li xwe mikur tê ku di encama dayîna agihayan wî de şervan jî şehîd bûne; “… Ez çûm Um El Kêf û şevekê li wir mam, piştre  ji bo şebeka telefonê ez hatim Til Temir û min ji wan re agahî li ser leşkerên li Soda, Erîşa, Dawidiyê, Til Tewîl û Til Kêf dan. Ji xwe wê demê leşkerên me ne li nuqta bûn, ew di tunela de bûn, lewra min nuqteyên li gundê Dirdara hemû dan wan. Piştî van agahiyên ku min da dest wan, bi saetekê gundê Dirdara topbaran kirin û tê de hevalek ji çiyayê Kezwana şehîd ket.”

 Sîxûr Yûsif, piştî demeke bi ser endama bi navê MÎT’ê ya bi navê Gulbahar têkiliyên xwe berdewam dike û wisa li xwe mikur tê: “Piştre Gulbuhar navê hevalên fermandar ji min xwest. Min jî navê heval Xwînrêj yê rêveberê Asayîşê, her wiha navê  heval Ehmed û Bêrîvan da wan. Wê demê wan 4 milyon pereyên sûrî bi rêya mekteba Zar şandin û carek din jî 2 milyon û 800 hezar şandin heman mektebê. Tenê ji min agahiyên li ser navenda têkiliyan a Til Temir dixwest. Min jî kî dihat navendê û diçû navê wî dida wê, her wiha min navê rêveber û şofêrên wan yên li wir didan wê.  Wê ji min reqema telefona şofêran dixwest, min ew jî dişand. Wan piranî agahî li ser heval Şoreş dixwestin. Hevalê Şoreş berpirsê cebhê bû. Her wiha li ser heval Rênas yê fermandarê eyaletê Til Temir bû, hevala Sosin ku ew jî fermandara eyalatê bû û her wiha li ser heval Dilovan yê berpirsê cebheya Rojhilat bû agahî dixwestin.

Dema ku wexta civînê dihat, min agahî dida ku di vê civînê de heval hejmara leşkeran kêm dikin yan zêde dikin yan jî filan heval vesazbûna wî çêbûye û filan hatiye şûna wî didan wan. Her Pênçşem tekmîl hebû û Duşem jî planlame û tekmîl bû, min ev hemû agahî didan wan.”

PLANA ŞAHADETA FERMANDAR SOSIN Û HEVALÊN WÊ

Li gorî mikurhatinên sîxûr Yûsif, bi rêka telefon, bêtel û cîhazan navê gelek fermandar, şervan û şoforan, kodên wan yên bêtêlan dide MÎT’ê. Bi taybetî jî kordînatên navenda têkiliyan a Til Temirê ku fermandarên herêmê lê tekmîlên xwe digirtin û plansaziyên xwe çêdikirin, çend caran bi rêbazên cûda ji wan re ekît dike û bi hev re plansaziya êrişa li ser navenda têkiliyan a Til Temirê di 12’ê Tîrmehê de çêdikin da Fermandar Sosin Bîrhat û hevalên wê şehîd bixin.

Sîxûr Yûsif, plansaziya vê êrişê û pêkhatina wê wisa tîne ziman: “Ji min pirsa roja tekmîlê kirin, min got roja Pênçşem û Duşemê ye, her wiha 15’ê mehê civîn e. Wan ji min re gotin ku em ê bi balafirê lê bidin. Yanî divê hevalê Sosin, Rênas, Dilovan û Şoreş li wir hazir bin. Her wiha ji min re ne gotin mayîn, lê belê gotin em ê tiştekî ji te re bişînin, divê tu wê bixe odeyê. Min ji wan pirsî ku mayîne yan çi ye? Gotin belê mayîn e. Min ew tişt rakir û ez hatim mal.

Piştî 3 rojan di roja Duşemê de ji min pirsîn ka kî hazire û kî ne hazir e. Min got her kes hatiye. Ji min re gotin, dema ku te derfet dît wê mayînê deyne odeyê. Min got temam. Mayîn pir mezin bû, lew ra min ji wan re got ku li odeyê nabe yanî kursî biçûk in, nabe. Gotin çi li derdora odeyê heye. Min got, cebilxane li pişta odê ye. Wan ji min xwest ku ez deriyê cebilxane û odeya civînê bigirim da ku mesafeya di navbera wan de nas bikin. Min got, dîwarek di navbera wan de ye, ne zêde dûr e. Min mayîn anî û xist cebilxanê û min li kebseya jora wê da. Min dît ku şixulî.

Roja Pênçşemê di dema nîvro de ez li wan geriyam û min got îro tekmîl e. Ji min re gotin ku ev yek ne karê te ye, em dizanin kengî biteqînin. Pirsa hevalên hatî ji min kirin, min got her kes hatiye. Mayîn, di seat 5 û 40 deqeyê êvarî de teqiya. Tê de heval Sosin, Egîd, Elî û Seyfedîn şehîd bûn û hevala Çîçek, hevalê Azad û Derbas birîndar bûn.”

LI SER PLANA NÛ HATE GIRTIN

Piştî ev êrişa ku di dilê hemû gelên herêmê de êşeke mezin vekir, sîxûr Yûsif karê xwe yê sîxûrtiyê berdewam dike û endamên MÎT’ê ji dixwazin ku fermandar Karker ku nû hatiye Til Temirê jî bişopînin û bi heman şêwazî mayineke din sîxûr re dişînin. Sîxûr û herdu hevjînên wî yên bi navê Eyşe û Raperîn mayinê digrin û vedişêrin. Lê piştî ku demeke nikarin ev plana xwe ya qirêj pêk bînin ji aliyê MÎT’ê ve gef li wan tê xwarin ku wan sîxûrtiya wan teşhîr bikin. Lê pişt re careke din bi zimanekî nerm bi wî re diaxivin û dixwazin ku plana xwe pêk bînin. Sîxûr Yûsif wiha tîne ziman: “Piştre bi rengekî nerm bi min re axivî û got biçe mayînê bîne û lezê neke. Her wiha got ji ber ku ez aciz bûbûm min tu tehdîd kir, biçe wê bîne û ne di 3 rojan de, lê bêhna fireh wê bi cih bike. Min cihê ereba heval Karker û her wiha cihê mana heva Çîçek û Karker da wan. Wan jî wêneyê heval Karker şandin û ji min pirsîn gelo ev e heval Karker. Min got rast e.” Lê sîxûr beriya ku ev plana xwe ya qirêj jî pêk bîne, li gel herdu hevjînên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin.

KIRYARÊN SÎXÛRTIYÊ LI TIL TEMIR-DIRBÊSIYE-ZIRGAN

Dervayî kiryarên li jorê anîne ziman, sîxûr Yûsif di mikûrhatinên de van karên qirêj jî li gotinên xwe zêde dike; “Min derdora 25 hejmarên telefonê yên şoferê rêvebriyê û wêneyên wan dan MÎT a Tirk. Her wiha min 5 caran dengê hin hevalan di dema suhbetê de ji MIT’ê re şand. Her wiha gelek kordîneyên Til Temir û derdora 5-6 kordîneyên Dirbêsiyê jî ji wan re şand. Li Hesekê jî derdora 9 nuqteyan tev rêbendan, min ji wan re şand. Yê mayî hemû jî yê gundê Dirdara û xeta Zirganê bûn. Yanî li xeta Zirganê min derdora 70’î noqteyî kordînatên wan şandin.”

Her wiha hevjînên sîxûr Yûsif yên bi navê Eyşe û Raperîn jî di mikûrhatinên xwe de destnîşan dikin ku şahîdî bi sîxûrtiya Yûsif kirine û di planên wî yên qirêj de alîkariya wî kirine.

ANHA


Mijarên Din