Rêyên navçeya Til Hemîsê tên ziftkirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs û werşeyên sererastkirinê dest bi ziftkirina rêyên navçeyê û gundewaran kir.

Îro Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs ji Sediyê – Til Hemîsê ya bi dirêjiya 2 hezar û 400 m  dest bi ziftkirina rêyên navçeyê kir, ew yek piştî ku kort sererast kirin û kevirên hûr li ser reşandin. Tê payîn ku 2 rojên din bidawî bibe. 

Piştî dawîkirina ji ziftkirina rêya Sediyê – Til Hemîsê, tê payîn ku 2 hezar û 600 m ji rêyên navçeya Til Hemîsê yên xirabûyî bê sererastkirin. Niha werşeyên kar kevirên hûr li kolanan direşînin.

Li gorî plana Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs dê paşê rêyên li kolana başûr ku 750 m û ferehiya 14 m ye, kolana sereke bi dirêjiya 120 m ye, El-Mulheq 400 m  ye, kolana navenda çandê 600 m ye, pêşiya Berîdê 100 m, kolana El-Hemdo 200 m, Mecrînat 60 m, dibistana Zihdî Selmo 135 m û kolana Sewami 200 m ye. Her wiha tê payîn ku kolana Goristana Şehîdan bi dirêjiya 135 m jî bê zift kirin.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê di 15`ê Tebaxê dest bi sererastkirin û ziftkirina rêyên navçeyê kir.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya