Rêya M4 veguheriye ‘rêya mirinê’

Rêya M4 bûye ji xeternaktirîn rêyên li Sûriyê. Ji ber ku dewleta Tirk rêya bazirganiyê ya ewle M4 veguherand dojehê ku rojane jiyana ajokar û şêniyan dixe xetereyê.

Niştecihên herêmê navê "rêya mirinê" li rêya M4 kiriye. Dirêjahiya 20 km a navbera gundê Ebû Sira ji aliyê rojava ve û bajarokê Eyn Îsa ji aliyê rojhilat ve a li ser rêya M4, jiyana şêniyên ku tê re derbas dibin, dixe xetereyê.

Dewleta Tirka dagirker û komên çete yên girêdayî wê di Mijdara 2019`an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û li xeta nêzî rêya naventeweyî ji aliyê bakur ve bi kûrahiya zêdetirî 30 km di hundirê xaka Sûriyê de belav bûn.

Di encama lihevkirina sala borî ya di navbera QSD û hikumeta Rûsyayê ya federal de, hêzên QSD’ê û leşkerên artêşa hikumeta Sûriyê li aliyê başûrê rêya M4 belav bûn.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane ajokar û gundên sivîlan ên li ser "rêya mirinê" bi çekên giran dikin hedef.

Rêwiyên di beşa rêyê ya di navbera Ebû Sira û Eyn Îsayê û gundên Hoşan, Feleh, Xalidiyê û Dibis re derbas dibin, ji tirsa guleyên çeteyan, bi leza 120 km di saetê de erebeyên xwe diajon.

Ajokarê bi navê Ezîz Mihemed ê ji bajarê Kobanê ye diyar kir ku rê metirsiyeke mezin ji niştecihan re çêdike. Rêwî ji nuqteyên dewleta Tirk ên nêzî rê têne hedefgirtin. Ezîz Mihemed bang li NY`yê û dewletên garantor kir ku rêya M4 a aktîf li bakurê welat ewle bike.

Têvî mîsogeriya Rûsyayê jî, lê provokasyonên dewleta Tirk ji welatiyan re û hejmar û dane berovajî vê yekê diyar dikin. 2`yê Tebaxê dewleta Tirk a dagirker li ser vê rêyê gule li welatiyekî reşandin û ew birîndar kir. Di Tîrmeha borî de jî 2 welatî birîndar bûn. Her wiha gundên Hoşan û Xalidiyê bi awayekî domdar tên topbarankirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din